Şêniyên Şehbayê: Mayinên DAIŞ’ê ji nav zeviyên me rakin

Li kantona Şehbayê di nava nêzî 4 hezar hektar erd de heta niha jî mayinên ku DAIŞ’ê li paş xwe hêlane, nehatine bêbandorkirin. Şêniyên kantona Şehbayê bang li aliyên têkildar kir ku bermahî û mayinên li paş çeteyên DAIŞ’ê mane ji nava zeviyên wan werin rakirin.

Şêniyên Şehbayê: Mayinên DAIŞ’ê ji nav zeviyên me rakin
Şêniyên Şehbayê: Mayinên DAIŞ’ê ji nav zeviyên me rakin
Şêniyên Şehbayê: Mayinên DAIŞ’ê ji nav zeviyên me rakin
Şêniyên Şehbayê: Mayinên DAIŞ’ê ji nav zeviyên me rakin
Şêniyên Şehbayê: Mayinên DAIŞ’ê ji nav zeviyên me rakin
7 adar, 2019   08:13

ARÊF SILÊMAN / ŞEHBA

Piraniya şêniyên kantona Şehbayê debara xwe bi çandiniyê dikin. Lê piştî ku Şehba ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin jî, heta niha mayin û bermahiyên wan di nava zeviyên gel de mane. Şênî nikarin ji ber mayinên çeteyan zeviyên xwe bi kar bînin. Zeviyên ku heta niha jî mayin tê de mane, ji zeviyên navçeya Til Rifetê dest pê dike heya bigihîje gundên Şêx Îsa, Herbel, Im Hoş, Hesiyê, Til Cîcan, Til Medîq, Neyrabiyê, Qil Sirûc, Til Qirah û Til Şiîrê li ser xeta eniyên bi çeteyên artêşa Tirk re ne. Rûbera van zeviyan di navbera 3 hezar heya 4 hezar hektaran de ye.

Şêniyên kantona Şehbayê bang li aliyên têkildar kir ku bermahî û mayinên li paş çeteyên DAIŞ’ê mane ji nava zeviyên wan werin rakirin.

Komîteya Çandiniyê bi koordîneya tîmên pispor beriya du salan mayinên li gundên Til Qirah û Til Sûsînê yên li ser xeta eniyên bi çeteyên artêşa Tirk a dagirker re, bê bandor kirin. Tevî wê jî hîna bi dehan mayin hene.

Komîteya çandiniyê û tîmên bêbandorkirina mayinan xebatên xwe berdewam dikin, bi taybet di nav zeviyên zeytûn û fistiqan de. Herî zêde mayin di nava zeviyên zeytûn û fistiqan de hatine çandin.

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê Basim Osman wiha got: "Rûberek mezin ji zeviyên ku mayin lê hatine çandin heye, ji Til Rifatê dest pê dike heya bigihêje gelek gundewarên din."

Osman bal kişand ser ku rûbera zeviyên ku ji çandiniyê re guncaw in derdora 10 hezar hiktaran e, ji ber wê şênî ji ber rewşa jiyanê ya dijwar zehmetiyan dikişînin.

Şêniyê bi navê Mihemed Hesen ê ji gundê Til Qirahê diyar kir ku mayin li zeviya wî bi rûbera 2 hiktar hatine çandin û wiha domand: "Piştî dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê em koçberî kantona Efrînê bûn. Li wir 4 salan man. Lê piştî dewleta Tirk a dagirker êrîşî Efrînê kir, em ji Efrînê derketin û hatin warê xwe. Çandinî jêdera qûta me ya sereke ye. Lê mixabin ji ber mayinên ku di nav zeviyên me de hatine çandin, em nikarin herin nava zeviyên xwe.”

 Mihemed Hesen bang li aliyên têkildar kir ku mayinan ji nav zeviyên wan rakin.

(şx/bm)

ANHA