Jinên Tebqayê: Leyla Guven û jinên Efrînê sembola berxwedanê ne

Jinên herêma Tebqayê diyar kir ku 8`ê Adarê roja serkeftina berxwedana jinan û berhema têkoşîna wan e. Jinan tekez kir ku berxwedana Leyla Guven û jinên Efrînê bûye sembola berxwedana jinan.

Jinên Tebqayê: Leyla Guven û jinên Efrînê sembola berxwedanê ne
7 adar, 2019   07:49

TEBQA

Bi boneya roja 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, jinên herêma Tebqayê ji ajansa me re axivîn.

Hevseroka Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Asya El-Xerbî jinên herêmê pîroz kirin û wiha got: "Di pêvajoyên dîrokê de jinan gelek êş û azar kişandin, jin bûbûn alava kirîn û firotinê, civakê hin kevneşopî li ser jinan ferz kiribûn û ew ji cewherê wê yê têkoşînê dûr xistibûn."

Asya wiha dewam kir: "Îro bi saya berxwedana jinên azad ên mîna Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr û sembola berxwedanê Leyla Guven, em gihîştine azadiya xwe ya pîroz û êdî bûne hevparên biryaran, jinan êdî hebûna xwe çespandiye."

Jina ciwan a bi navê Mîdiya Midewir jî diyar kir ku jinên herêma Tebqayê  çalakiyan li dar dixin û rola xwe ya avakirina civakê pêk tînin û wiha got: "Wek jinên Tebqayê ku me gelek êş û azar kişandine li ser destên DAIŞ`ê, ji me tê xwestin ku em rastiya jinan vegerînin, ew rastiya ku ji aliyê civaka baviksalar ve hatiye windakirin. Ji me tê xwestin ku di nava civak, saziyan û yekîneyên leşkerî de xwe bi rêxistin bikin û berxwedanê dewam bikin."

Mîdya diyar kir ku jinên Efrînê yên îro li kampên berxwedanê dijîn, bûne sembolên Berxwedana Serdemê û rihê şoreşa jinên azad."

Reca Hisên jî da zanîn ku rizgarkirina jinan erka hemû jinan e û wiha pê de çû: "Çalakiyên me dê bi 8`ê Adarê sînordar nemînin, lê ev roj dê bibe destpêka berxwedana jinan a di her alî de, ji berxwedana Leyla Guven bigire heta berxwedana girtiyên zindanan li dijî faşîzmê heta berxwedana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên ku bi hezaran jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar kirin."

Jinên herêma Tebqayê di çarçoveya çalakiyên 8`ê Adarê de hemleya bi dirûşma "Bi berxwedana jinan ,jiyan geş dibe û teror têk diçe" dest pê kirine, hemle dê heta dawiya hefteyê dewam bike û bi Mîhrîcana Jinan li bajarê Reqayê bi dawî bibe.

(kn)

ANHA