`Şoreş nabe şoreş, eger jin nebin parçeyek ji doza wê’

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir û wiha got: "Her şoreş nabe şoreş, eger jin nebe parçeyek ji pêxistina doza wê û nebe parçeyek ji projeya ku ew şoreş hewl dide pêk bîne."

`Şoreş nabe şoreş, eger jin nebin parçeyek ji doza wê’
7 adar, 2019   08:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê bi peyamekê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.

Peyama Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê wiha ye:

"Cîhan  8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dike. Di wê rojê de serkeftinên aborî, siyasî, civakî û çandî ku jin pê radibin, tên nîqaşkirin. Ev roj ji bo jinên ku roleke girîng di dîroka civaka xwe de lîstine, tê pîrozkirin. Her wiha ev roj salvegera rola jinên cîhanê ji bo parastian mafê xwe, avakirina civakên bi wekheviya di navbera mêr û jinan de silav dike.

Tevî pêşketinên li cîhanê di hemû aliyên jiyanê de, lê hîna gelek dewlet hene ku jin tê de rastî tundiyê tên û jinan dûrî her tiştî dixin. Wê dûrî pêşketinên civakê dixin û hêza wê ji ya mêran kêmtir dibînin. Ev yek hişmendî û pergala baviksalar dide diyarkirin. Ev dewlet di nava rêzedewletên di aliyê siyasî, aborî, çandî û civakî de paşketî tên rêzkirin.

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê, em wek Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê hemû jinên azad ku roleke girîng di pêşketina civaka xwe de lîstine, silav dikin. Jinên ku karîn bi rêya têkoşîn û berxwedanê xwe îsbat bikin, bi taybet jî jinên Rojava ku bi saya lehengî û pêşketinên wan çavê hemû cîhanê li wan e. Di serî de şervanên YPJ`ê ku bûn çavkaniya îlhamê ji hemû jinên cîhanê re. Her wiha em berxwedana Leyla Guven û hevalên wê silav dikin. Têkoşîna wan ne tenê ji bo Kurdan e, ew têkoşîna mirovahiyê li dijî bavê DAIŞ`ê Erdogan dikin. Em bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku beşdarî hemû çalakiyên ku bi vê boneyê pêk tên, bibin".

(jo/bm)

ANHA