Gedo: Divê civaka navdewletî li rex gelên ku şerê DAIŞ`ê kirine bisekinin

Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Salih Gedo diyar kir ku dîrok dê serkeftinên QSD`ê yên di dijî DAIŞ`ê binivîsîne û got: "Divê cîhan fedekariya QSD`ê ji bîr neke û li rex gelên ku şerê DAIŞ`ê kirine bisekinin hata ku mafê wan rewa bibe.”

Gedo: Divê civaka navdewletî li rex gelên ku şerê DAIŞ`ê kirine bisekinin
6 adar, 2019   07:06

EHMED SEMÎR-XALID CUMA / QAMIŞLO

Çeteyên DAIŞ‘ê di bargeha xwe ya dawî ya li gundê Baxozê ya gundewarê Dêrazorê de nefesa dawî distînin. Mizgîniya têkçûna DAIŞ‘a ku li serê cîhanê bûye bela nêzîk bûye. Gelên herêmê bi vê serkeftina zarokên xwe serbilindin. Siyasetmedarên herêmê dibînin ku pêwîste civaka navdewletî fedekariyên ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bîr nekin.

‘Dê dîrok vê serkeftinê binivisîne’

Têkildarî sertkeftinên QSD`ê, sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Salih Gedo ji ajansa me re axivî. Gedo got: "Nêzîkbûna bi têkçûna DAIŞ`ê  li ser destên şervanên QSD`ê ji gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê serfiraziyek mezin e. Dîrok dê  wan serkeftinan binivîse. Ji ber ku DAIŞ’ê ne tenê herêm, tevahiya cihanê tehdîd dikir."

Gedo destnîşan kir ku QSD ji ciwanên herêmê pêk tê û wiha pê de çû: “Bi lehengî herêm parast, cîhan û mirovahî ji xeterî û hovîtiya DAIŞ`ê xilas kir. Ev rastiyek e divê tevahiya cîhanê vê bizanibe. Bi taybet dewletên ku bandor li Rojhilata Navîn û Sûriyê dikin, mîna Amerîka, dewletên Ewrupa û Rûsyayê. Divê QSD`ê û gelê herêmê xelat bikin."

Gedo di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi rêjeya ji sedî 50 ji xaka Sûriyê DAIŞ`ê dagirkiribû bi taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha domand: “Lê îro DAIŞ têk çû, rewş cuda ye. Ev jî bi saya QSD`ê pêk hat. Ev jî ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya cîhanê mizgîniyek e."

Divê cîhan li rex gelên ku şerê DAIŞ`ê kirine, bisekinin

Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Salih Gedo destnîşan kir ku ji 7 salan ve civaka navdewletî û dewletên bi bandor amadekariya têkbirina DAIŞ`ê dikin, lê nikarîn. Gedo destnîşan kir ku îro bi pêşengiya QSD`ê, DAIŞ`ê têk diçe û wiha got: “Divê cîhan vê qenciyê ji bîr neke. Divê li rex gelê ku şerê DAIŞ`ê kir bisekinin. Heya ku ev gel bigihe mafên xwe yên rewa.”

Di nav gotinên xwe de Gedo teqez kir ku pêwîste civaka navdewletî mafên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê ku li şûna cîhanê şerê DAIŞ`ê kir biparêze û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Divê mafê vî gelî bê mîsogerkirin. Em hêvî dikin ku piştî têkçûna DAIŞ`ê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav ewlehî û aştiyê de bin û gelê herêmê mafên xwe di Sûriyeyek demokratîk de bi dest bixe."

Gedo gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Dewleta Tirk dijminatiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Ji ber ku vî gelî çeteyên DAIŞ`ê têk birin. Ev jî li kêfa Tirkiyê nayê, ji ber ku destekê dide çeteyan. Ji ber wê jî aciz dibe. Divê civaka navdewletî Tirkiyê darizîne. Ji ber ku ew bû sedema kuştin û wêranbûna gelê Sûriyê.”

(şx/bm)

ANHA