Ji jinên Şehbayê peyamên 8‘ê Adarê

Jinên kantona Şehbayê ku ev du salin 8’ê Adarê bi azadî pêşwazî dikin, gotin, bi hêz û îsrara rizgarkirina jinan ew ê xwe pêş bixin û civakeke demokratîk ava bikin.

Ji jinên Şehbayê peyamên 8‘ê Adarê
6 adar, 2019   07:25

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Jinên kantona Şehbayê mîna jinên li herêmên din ên Sûriyê di dema desthilatdariya rêjîma Sûriyê de rastî înkarkirin û pişaftinê hatin. Bi destpêka şoreşa Sûriyê re jî rastî dagirkeriya çeteyan hatin û ev rewş dijwartir bû.

Jinên Şehbayê sala derbasbûyî bi drûşmeya 'Bi serkêşiya berxwedana jinên 8‘ê Adarê re berxwedana Şehbayê bi ser dikeve" meşek girseyî hatibû lidarxistin. Di vê demê de jinan di bin banê Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê de rêxistina xwe ava kirin.

Girêdayî mijarê, jina bi navê Selwa El-Hemed, Roja Jinan a Cîhanê li jinên kedkar û têkoşer pîroz kir û wiha axivî: “Jinên Şehbayê di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê de tiştek li ser vê rojê nizanî bûn.”

Selwa destnîşan kir ku, piştî fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kirin girîngiya vê rojê jî nas kirin û got: “Hêzên desthilatdar Roja Jinan a Cîhanê napejirînin. Ev jî diyar dike ku ji rola jinê ya di civakê de ditirsin.”

Jina ciwan a bi navê Zêna Reşîd got, jinên li herêmê beriya ku paradîgmeya neteweya demokratîk nas bikin wekî kole dihatin dîtin û wiha pê de çû: “Li aliyekî din jî bi navê ola islamê qanûn li ser wan dihatin ferzkirin. Bi saya fikr û felsefeya Rêber Ocalan hêz û baweriya jinên ciwan li wan vegerî. Bi vê hêz û rihî têkoşîna xwe ya li hemberî hişmendiya desthiltadar bidomînin.”

Jina bi navê Cîhan Şêx jî diyar kir ku wekî jinên li Şehbayê ev du sal in li pey hev çalakiyên 8‘ê Adarê li dar dixin û got: "Ev gav ji bo me serkeftin û pêşketina ber bi azadiya jinê ve ye. Dê têkoşîna me berdewam bike heta ku hemû jin ji hişmendiya baviksalarî rizgar bibin û Ocalan rizgar bibe.”

Jina bi navê Îman Oso jî 8‘ê Adarê li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: “Şoreşa herêmê bi şoreşa jin tê naskirin, ji ber ku jin di her qadî de pêşnegtiyê dikin. Jin bi îsrara azadkirina jinan hewl bidin xwe pêş bixin û civaka demokratîk ava bikin.”

(şx/bm)

ANHA