'Qetilkirina jina efrînî berdewama sûcên DAIŞ'ê ye'

Meclisa Jinên Sûriyê binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê jinên Efrînê de şermezar kirin. Meclisê kuştina jineke efrînî ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ve wekî berdewama sûcên DAIŞ'ê li Baxozê ku 50 jinên êzidî serêjkiribûn, bi nav kir.

'Qetilkirina jina efrînî berdewama sûcên DAIŞ'ê ye'
4 adar, 2019   17:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinên Sûriyê girêdayî kiryarên çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê ya destdirêj û kuştina jinekê ku dimenê wê hatiye belavkirin, daxuyaniyek da.

Daxuyanbî wiha ye;

`Rojek derbas nabe beyî ku binpêkirinên der mirovî der heqê jinan de pêk werin. Rêxistinên terorîst serdestiya xak, rûmeta mirov û mafên wî bi taybet ên jinan binpê dike.

Dîmenê ku demên dawîn de belav bûy ya girêdayî destdavê jinekî efrînî, ji ber ku Kurd e rûmeta wê binpê dike û ji ber ku wî red dike li ber çavên cîhanê yê ku xwe ker û lal kiriye bi xwînek sar dikuje, isbata binpêkirinên wan e.

Tirkiyê hertim gefa dagirkirina herêmên din ji Sûriyê dixwe. Bi vê yekî jiyana jinan, rûmet, maf û hebûna wan tehdîd dike.

Bûyera ku duh li Efrînê rû daye ji ya Baxozê ne cuda ye. Çeteyên DAIŞ`ê yên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin, jinên êzidî yên ku ji Şengalê revandibûn bi hovantirîn şêwazan û bi xwînekî sar serjê kirin û kirin turbeyan.

Wek Meclisa Jina Sûriyê em van binpêkirinên hovane der heqê mafên jinan û rûmeta wan şermezar dikin. Em ji encamê zêdegaviyên nû yên dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê hişyarî didin.`

(şx)

ANHA