‘Bi neteweya demokratîk em ê zîhniyeta baviksalar derbas bikin’

Şêniyên kantona Şehbayê destnîşan kir ku wan bi saya têgeha ‘neteweya demokratîk’ karî kevneşopiyên civakê yên paşverû ku rola jinan paşguh dikin, derbas bikin.

‘Bi neteweya demokratîk em ê zîhniyeta baviksalar derbas bikin’
3 adar, 2019   10:09

ARŞÎN NECAR / ŞEHBA

8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye. Di vê çarçoveyê de û girêdayî qebûlkirina nêrîna jinan û azadiya wan ajansa me nêrînên hin welatiyên kantona Şehbayê girtin.

Welatiyê bi navê Mihemed Hac Mûsa destnîşan kir ku şêniyên herêmê bi bawerî û têgehên olî bandor bûne û her tim hicab li jinan ferz kirine. Jinan nekarî bi azadî tev bigerin û rola xwe li herêmê bi hincetên olî bilîze.

Hec Mûsa wiha domand: "Bi saya fikr û felsefeya Ocalan û têgeha neteweya demokratîk me karî kevneşopiyên herêmê ku di nav me de hatibûn çandin, derbas bikin. Em guhertinan û xuyakirina rola jinan di tevahiya warên jiyanê de qebûl dikin, dûrî cudahiyê û bêyî ku bi çavekî biçûk li jinan were nêrandin."

Şêniyê bi navê Hisên Hecî jî wiha axivî: "Ev sala duyem e ku em Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin. Di vê demê de wek şêniyên Şehbayê bi taybet mêrên êlên Ereb û Tirkman em hewl didin xwe û fikra xwe bi pêş bixin." 

Hecî destnîşan kir ku fikra hevserokatiyê û cihgirtina jinan di rêveberiya herêmê de heya hebûna wê di nav komînan de qebûl dikin, jin xwedî hêzeke çalak in û wiha domand: "Jin mînbera sereke ya guhertina fikra me ber bi azadiya jinan û şerê li dijî zîhniyeta mêrdestiyê ye. Jinan bi rêya neqebûlkirina paşguhkirina rola wê di civakê de û ferzkirina vîna xwe dikare guhertinê li gel me çêkin."

Şêniyê bi navê Mihemed Ehmed destnîşan kir ku zîhniyeta mêrdestiyê bi awayekî mezin bandor li wan kiriye. Şêniyên herêmê heya ku rola jinan di civakan de qebûl kiriye rastî gelek astengiyan hatine. Lê dewreyên perwerdeyê girêdayî têgeha neteweya demokratîk rolek di guhertina wê hişmendiyê de lîstiye.

Ehmed tekez kir ku bi saya hevkariya jinan di jiyana pratîk de herêm ber bi rewşeke çêtir ve bi pêş ketiye. Hevgirtina jinên Kurd, Ereb û Tirkman, di birêxistinkirin û rêvebirina kar û barên gel û jinan de bandoreke mezin li ser pêkanîna têgeha neteweya demokratîk û azadiya rayê (raman) dike.

Di dawiyê de Ehmed Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinên cîhanê, di serî de jinên kantona Şehbayê û kedên wan ji bo afirandina jiyanek azad û demokratîk pîroz kir. Ehmed tekez kir ku wek şêniyên herêmê ji bo pêşxistina xwe dê bixebitin da ku di rola jinan bigihîjin û cihê wê di civakê de nas bikin.

(şx)

ANHA