Bernameya 8’ê Adarê ya Kongreya Star

Kongreya Star bernameya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Bernameya 8’ê Adarê ya Kongreya Star
Bernameya 8’ê Adarê ya Kongreya Star
2 adar, 2019   11:18

QAMIŞLO

Kongreya Star li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo têkildarî bernameya 8’ê Adarê daxuyaniyek da. Bi dirûşmeya ‘Bi pêşengiya Leylayan em ê têkoşînê bilind bikin, bi rêber Apo re azad bijîn’ em roja 8’ê Adarê li tevahî jinên azadîxwaz, bi taybet jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pîroz dikin.

Bi tevlêbûna endamên Kongreya Star, Rêveberiya Xweser, Desteya Jinan daxuyanî Ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star Madlîn Şêx Xidir ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Roja 8’ê Adarê encama têkoşîna jinan a li dijî hişmendiya desthilatdar e ku bi hezaran salan xwe li ser jinan ferz kiriye û rola jinan di civakê de bê bandor kiriye. Ev têkoşîn bi saya bîrdoziya rêber Apo ya azadiya jinan dîsa zindî û berfireh bû.

Di heman demê de bi pêşengiya jinên têkoşer ên ku bûn sembola xeta berxwedana jinan mîna Roza Luksemburg, Sakîne Cansiz, Helîn Qereçox û îro jî Leyla Guven, bi çalakiya xwe bersiva herî xurt li dijî faşîzmê dide.

Şoreşa Rojava bûye bingeha avakirina neteweya demokratîk û hevjiyana hevbeş di tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. Her wiha pêşengiya YPJ’ê di têkbirina DAIŞ’ê de hêzdayîna têkoşîna jinan e. Li ser wî esasî em ê van destkeftiyên şoreşa jinan li dijî hemû cureyên hişmendiya paşverû û faşîzmê têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Çalakiyên 8’ê Adarê

Li ser asta Bakur û Rojhiltê Sûriyê mîhrîcana hevgirtina jinên rewşenbîr dê were çêkirin.

Li her derê dê bi dehan civîn bên lidarxistin.

Hemleya darçandinê dê dest pê bike.

Mitîng li hemû herêman dê bên lidarxistin.”

(se-rt)

ANHA