HPG`ê nasnameya 3`ê şehîdan eşkere kir

HPG`ê nasnameya 3`ê gerîlayên ku di 22`ê Nîsana 2017’an  de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn, eşkere kir.

HPG`ê nasnameya 3`ê şehîdan eşkere kir
HPG`ê nasnameya 3`ê şehîdan eşkere kir
HPG`ê nasnameya 3`ê şehîdan eşkere kir
HPG`ê nasnameya 3`ê şehîdan eşkere kir
28 sibat, 2019   10:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, 3 gerîlayên di 22’ê Nîsana 2017'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi bîr anî.

Di daxuyaniya HPG'ê de hate gotin, "Gelê Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran, kevneşopiyeke mezin a berxwedanê daye mirovahiyê û gelên herêmê. Gelê Kurd bi rengekî vekirî nîşan da ku parastina hebûn, rûmet û azadiyê bi berxwedanê dibe û bi berxwedana xwe ya dîrokî xeta serketinê nîşanî gelên herêmê daye.

Xeta serketinê bi saya şehîdan ku bi ruhê canbexşane li dijî dijmin şer kirin hate afirandin. Gelê Kurdistanê di her şert û mercî de xwedî li vê sekna berxwedêr û dîrokî ya gelê Kurdistanê derketiye û nîşan daye ku wê ti carî dest jê bernede."

Di dewama daxuyaniya HPG'ê de hate gotin; "Di şerê me yê sala 2017'an ê dijî dîktatoriya faşîst de, hevrêyên me Boran, Hogir û Şervan ên ji kevneşopiya gelê berxwedêr hatin, dema ku têdikoşiyan tevlî karwanê şehîdan bûn.

Hevalên Hogir, Şervan û Boran ku li nava welatparêziyê mezin bûn û rastiya Kurdistanê ji nêz ve nas dikirin, dîtin ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêber Apo dibe û bi vî rengî tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bûn. Bi kesayetiyên xwe yên durust, têgihiştî, fedakar û serketî, cihê xwe di dil û mejiyê hevrêyên xwe de girtin. Ev hevrêyên me yên hêja bi coşa xwe ya bicihanîna wezîfeyên partiyê de bûn mînak ji hevrêyên xwe re. Ji ber van windahiyên hêja, di serî de ji malbatên me yên hêja, gelê Şirnexê yê welatparêz û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku heta bicihanîna armancên wan em ê bi rengekî bê eman têbikoşin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya 3 şehîdan wiha ye:

*****

Nasnav: Boran Demhat
Nav û paşnav: Cengîz Yorgûn
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayikê: Feyrûz

Navê bav: Hadî
Cih û dîroka şehadetê: 22'ê Nîsana 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

******

Nasnav: Hogir Bilikî
Nav paşnav: Cahît Ûgûr
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Emîne-Haci
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Nîsana 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

******

Nasnav: Şervan Cûdî
Nav paşnav: Nebî Atak
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
navê dayikê: Ayşe

Navê bav: Hamît
Cih û dîroka şehadetê: 22'ê Nîsana 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê