Lûtkeya Trump û Kim Jong-un bi bin ket

Lûtkeya serokê Amerîkayê Donald Trump û yê Koreya Bakur Kim Jong-un li Vîetnamê ji ber ku Amerîka ceza li ser Koreya Bakur ranekir, bi bin ket.

Lûtkeya Trump û Kim Jong-un bi bin ket
28 sibat, 2019   11:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro diyar kir ku civîna wî bi serokê Koreya Bakur Kim Jong-un re li Vîetnamê negihaşt tu encaman, ji ber daxwazên Koreya Bakur ku cezayên Amerîkayê li ser wan ferz kirine, rake.

Trump ji rojnamevanan re wiha got: "Wan dixwest em cezayan bi giştî rakin, lê em nikarin wiha bikin… Diviyabû em xwe vekişînin."

Trump ji rojnamevanan re diyar kir ku wan li hev nekiriye. Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di civîna çapemeniyê de ku li Honoî ya Vîetnamê hate lidarxistin, got ew hêvî dike her du alî li hev bikin.

Her wiha Kim Jong-un jî wiha got: "Hin kes vê civînê baş dibînin û hin kes gazinan jê dikin, ez ê hewl bidim bi hemû keda xwe danûstanên bi Trump re bigihîjim encameke baş."

Trump jî ji aliyê xwe ve destnîşan kir ku ew mijara gihandina hevpeymana nukleerî bi Kim Jong-un re lez nakin û diyar kir ku têkiliya di navbera wan de bi hêz e û ew rêzê ji Kim Jong-un û Koreya Bakur re digire.

(jo)