Li Minbicê komeke ku dizî dikir, hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundrîn a Minbicê 3 kesên ku dizî dikirin, girtin û ew radestî Komîteya Îdia û Lêpirsînê kirin.

Li Minbicê komeke ku dizî dikir, hate girtin
18 sibat, 2019   13:53

MINBIC

Hêzên Ewlekariya Hundrîn piştî agahî girtin ku 3 kes diziyê dikin, dewriyeyeke hevbeş berê xwe da cihê bûyerê.

Buroya Tunekirina Sûcên Rêxistinî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî lêpirsînan, nasnameyên hin kesan nas kirin û ew di 28`ê Çileyê de girtin. Piştî lêpirsîna bi wî kesî re navê 2 kesên din jî hatin naskirin û girtin.

Bi wan re 4 milyon û 39 hezar lîreyên Sûriyê û 3 hezar dolarên Amerîkayê hatin girtin, her wiha hêzê çekên ji cureya kalaşnîkov, 2 demançeyên Sîd, bombeyeke destan, telefoneke destan û hejmareke cilên leşkerî girtin.

Ew kes radestî Komîteya Îdia û Lêpirsînê ya Meclisa Edaleta Civakî hatin kirin da ku tedbîrên qanûnî der heqê wan de bistînin.

ANHA