Bi nêzîkbûna Soçiyê re li "herêma bêçek" binpêkirin zêde bûn

Hejmara binpêkirinên dijwar ên li "herêma bêçek" di 24 saetên dawîn de gihaştin 41’an. Her wiha rejîma Sûriyê bi nêzîkbûna hevdîtinên Rûsya-Tirkiyê re, 250 roket avêtin “herêma bêçek”.

Bi nêzîkbûna Soçiyê re li "herêma bêçek" binpêkirin zêde bûn
13 sibat, 2019   14:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku rejîma Sûriye dîsa “herêma bêçek” bombebaran kir. Her wiha herêmên derdora bajarokê Kelha Medîq hatin bombebarankirin û tu agahî der barê ziyanên mirovî de bi dest neketine. Di heman demê de gundê Sikêk ê gundewarê başûrê rojhilatê Idlibê jî ji hêla rejîmê ve hate topbarankirin û di encamê de zirarên madî rû dan. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku roketeke rejîmê şevê din li gundewarên Hemayê ya ku di nava “herêma bêçek” de ye, kir hedefa xwe. Her wiha deverên bajarokê El-Letamine yê bakurê Hemayê û derdora El-Hiwêca, El-Şerîa, El-Cemase û Kelha El-Medîq ya Sehil El-Xabê ya bakurê rojavayê Hemayê jî hatin topbarankirin.

Ev gurbûna bombebaranê ku ji beriya mehekê ve li “herêma bêçek” nehatiye avêtin û pêkanîn, bi nêzîkbûna diyalogên Rûsya-Tirkiyê ji bo rewşa Idlibê û binpêkirin li herêmê re zêde bûn. Her wiha çavdêr û siyasetmedaran da zanîn ku nakokiyên her du dewletan li ser rewşa Idlibê  kûrtir dibin. Rûsya di demên dawîn de her tim nerihetiyên xwe der barê nêzîkatiyên Tirkiyê ji bo rewşa Idlibê de tîne ziman. 

(fr/bm)