‘Komploya li ser Ocalan hemû gelên azadîxwaz kir hedef’

Rêxistinên jinan di komcivîna diyalogê de dane zanîn ku tecrîd û komploya derheqê Ocalan karekî bê exlaqî ye û nirxên mirovî û zagonên navnetewî derheqê mirovan de binpê dike.

‘Komploya li ser Ocalan hemû gelên azadîxwaz kir hedef’
‘Komploya li ser Ocalan hemû gelên azadîxwaz kir hedef’
‘Komploya li ser Ocalan hemû gelên azadîxwaz kir hedef’
‘Komploya li ser Ocalan hemû gelên azadîxwaz kir hedef’
13 sibat, 2019   14:38

QAMIŞLO

Meclisa jinên PYD`ê îro komcivîneke diyalogê bi dirûşmeya "Em ê tecrîda rabikin, faşîzmê têk bibin û avakirina Netewa Demokratîk misoger bikin"bi beşdarbûna dehan jinên di partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, koodînasyona jinên di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, kesayetên siyasî û meclisa jinên Sûriyê li navenda partiyê ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Hol komcivînê bi wêneyên şehîdan û alên PYD`ê hatibû xemlandin, komcivîn ji diyalogên di navbera beşdaran de pêk hat, beşdaran tecrîd û komploya derheqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke karekî bê exlaqî ku nirxên mirovahiyê û zagonên navnetewî derheqê mirovan de binpê dike, bi nav kirin û diyar kirin ku tecrîd ne tenê li ser kesekî ye ew li ser hemû gelên ku dixwazin xwe ji hikumeta desthilatdar xelas bikin, pêk hat.

Beşdaran komploya navnetewî derheqê Ocalan ku bû qûrbanê planên navnetewî şermerzar kirin, herwiha beşdaran diyar kirin ku fikra azad a Ocalan ji zîndanê derket û bi rêya sîstema Rêveberiya Xweseriya Demoratîk û netewa demokratîk şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

Jinên beşdarvan careke din piştgiriya xwe bi çalakvanên greva birçîbûnê li cîhanê û di serî de parlamenter Leyla Guven ku 98 roj in di grevê de ye teqez kirin.

Beşdaran bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên di zîndanên Tirkiyê de, rabikin.

(jo)

ANHA