‘Em dev ji daxwazên xwe bernadin’

Çalakgerên greva birçîbûnê gotin: “Bila tevayî cîhan bizane ku gelê Kurd dev ji daxwazên xwe  yên azadiyê, şopandina rêya şehîdan û fikra Rêber Ocalan bernadin.”

‘Em dev ji daxwazên xwe bernadin’
‘Em dev ji daxwazên xwe bernadin’
‘Em dev ji daxwazên xwe bernadin’
‘Em dev ji daxwazên xwe bernadin’
‘Em dev ji daxwazên xwe bernadin’
‘Em dev ji daxwazên xwe bernadin’
13 sibat, 2019   13:43

KADAR ÎBRAHÎM - CÎNAF HESEN / QAMIŞLO

Kongreya Star bi hevkariya meclisa navçeya Amûdê ji bo piştgirî û piştevaniya bi daxwazên hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê Leyla Guven û berxwedana girtiyên di girtîgehan de, konê grevê di 11’ê Sibatê de vekir. Roja yekemîn 110 kes tev lê bûn, roja duyemîn jî 225 tev lê bûn û îro jî 188 kes tev li grevê bûn.

Çalakgerên grevê diyar kir ku berxwedana têkoşer Leyla Guven û hevrêyên wê berxwedaneke bêhempa ye û vîna gelê Kurd tê de diyar dibe.

Çalakgera bi navê Roza Mihemed ku ji navçeya Amûdê ye, wiha got: “Îro ez piştgiriya çalakiya Leyla Guven û hevalên wê yên ku ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan, dikim.”

Roza destnîşan kir ku îro roja berxwedan û rûmetê ye, roja piştevaniya bi rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan re ye, yê ku felsefeya neteweya demokratîk ku azadî û rûmet ji bo gelan di nava xwe de dihewîne, pêşkêş kiriye.

Ehmed Îsmaîl, bavê şehîd Îsmaîl ku yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ye, anî ziman ku berxwedana Leyla Guven, berxwedana gelê Kurd e û wiha dewam kir: "Bila tevahî cîhan bizane ku gelê Kurd dev ji daxwazên xwe yên azadî, şopandina rêya şehîdan û fikra rêber Ocalan bernade." 

Newroz Elî jî destnîşan kir ku tekane yê ku bi azadiya jinan bang kiriye û ji bo rakirina zilm û fişarên ji ser hemû jinan tê koşiyaye, Ocalan e. Newroz piştgiriya xwe ji bo  çalakiya Leyla Guven ku îro derbasî roja xwe ya 98`an bûye, anî ziman.   

Tê payîn ku îro çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe.

(fr)

ANHA