Meşa ciwanên şoreşger ber bi Kobanê ve dewam dike

Meşa ciwanan ku bi tevlêbûna bi sedan ciwanan ku ji navçeya Çelebiyê dest pê kiribû û ber bi Kobanê ve ketibûn rê, bi dehan kîlometre li dû hiştin û tenê çend seat man ku bigihîjin bajarê Kobanê.

Meşa ciwanên şoreşger ber bi Kobanê ve dewam dike
Meşa ciwanên şoreşger ber bi Kobanê ve dewam dike
Meşa ciwanên şoreşger ber bi Kobanê ve dewam dike
Meşa ciwanên şoreşger ber bi Kobanê ve dewam dike
13 sibat, 2019   13:39

KOBANÊ

Meşa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ku bi dirûşmeya ‘Ji bo şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê Serî Hilde, Rêbertî azad bike’ duh li navçeya Çelebiyê bi tevlêbûna bi sedan ciwanan ber bi Kobanê ve dest pê kir. 60 km maye ku ciwan bigihîjin Kobanê.

Meş ji bo şermezarkirina Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 15’ê Sibata 1999’an de hatibû dîlgirtin, hat lidarxistin. Li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, ciwanên ji hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî meşê bûn. Ji şeva derbasbûyî heta îro ciwanan ji sedî 75 rê xilas kiriye. Ciwan dê piştî çend saetan bigihîjin Kobanê. Li gorî ku ciwanan plan kiribû, dê meş di seatên êvarê de bigihîje Kobanê û dê bê rawestandin, da ku sibe ji Kobanê bimeşin heta gundê Elpelorê ku 10 km dûrî Kobanê ye.

Armanca ciwanan ji meşa heta gundê Elpelorê, ji ber ku Ocalan di rêya gundê Elpelorê derbasî Rojava bû û 40 rojan di gund de ma. Di seatên sibehê de, ciwanan daxuyaniyek bi zimanên erebî û kurdî da. Seher Xelef bi erebî û Hozan Ebdo jî bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Girtina ciwanan ji aliyê hikumeta Almanyayê ve, hate şermezarkirin

Seher Xelef wiha got: "Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger komploya li dijî rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan şermezar dikin, em ê heta pêkanîna serkeftin û azadiya Ocalan tê bikoşin.”

Seher êrîşên hikumeta Almanyayê yên li ser ciwanên ku li dijî komploya li ser Ocalan dimeşiyan, şermezar kirin.

Hozan Ebdo ku ji herêma Cizîrê hat û beşdarî meşê bû, wiha got: "Meşa me ji bo şermezarkirina komploya li ser rêberê me ye, em ê heta dawiyê li hember siyaseta qirêjî ku li dijî Ocalan tê meşandin, tê bikoşin. Siyasetên qirêjî hîn jî li dijî gelê Kurd berdewam dikin. Li Almanyayê gelek ciwan hatin girtin ji ber ku daketin kolanan û komplo şermezar kirin, em van êrîşên polîsên Almanyayê şermezar dikin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."

Meşa ciwan gihaşt gundê Til Hacib ê li rojhilatê bajarê Kobanê.

Meşvanan dirûşmên bi zimanên erebî û kurdî berz kirin û komploya li ser Ocalan şermezar kir. Meşvanan tev bi hev re got ‘Bê serok jiyan nabe’.

 Jinên temenmezin jî li kêleka ciwanan daxwaza azadiya Ocalan dikin

Gelek jinên temenmezin jî tev li meşê bûn. Jinên ku tev li meşê bûn ji ajansa me re axivîn.

Dayika Aysel ku 55 salî ye, ji bajarê Kobanê ye û wiha axivî: "Bi saya fikr û felsefeya Ocalan em nûnertiya xwe dikin. Ocalan ji bo azadiya jinan têkoşîn kir, em jî wek jin erka me ye ku em azadiya wî pêk bînin. Ji bo vê em ê tekoşîna xwe dewam bikin.”

Dayika bi navê Yazê Qadir (50) jî komploya li ser Ocalan şermezar kir û bang li hemû jinan kir ku ji bo azadiya Ocalan rabin ser pêyan.

(jo/bm)

ANHA