Leyla Guven tedawî qebûl nekir

Hevseroka KCD'ê û Leyla Guven a 98 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye rewşa wê giran bû û li ser vê yekê rakirin nexweşxaneyê. Leyla Guven tedawî qebûl nekir, ew rakirin beşa giran û ritmê dilê wê tê şopandin.

Leyla Guven tedawî qebûl nekir
13 sibat, 2019   13:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî bi armanca Hevseroka KCD'e Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 98 rojin di grevê de ye ziyaret bikin hatin Amedê û Leyla Guven li mala wê ziyaret kirin. Pişti heyetê Leyla Guven ziyaret kir, dema heyetê li baxçeyê sîteyê daxuyanî didan Leyla Guven ji ser xwe çû. Yekîneyên Tenduristiyê diyar kirin ku ser sînga wê giran bû û Leyla Guven rakirin nexweşxaneyek taybet. Hat zanîn ku singê Leyla diêşiya.

Piştî ku Leyla ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê, Leyla tedawî qebûl nekir. Hat zanîn ku Leyla Guven rakirine beşa giran û ritmê dilê wê tê şopandin.