Li Dêrazorê piştî vekirina kanala avê, zehmetî kêm bûn

Beriya çend mehan ji ber barîna baranê ya zêde, gelek malên gundê Zeîra li bejahiya rojavayê Dêrazorê di bin avê de man. Ji ber vê yekê şaredariyê kanalek ji bo herikîna avê vekir û şênî ji gelek zehmetiyan xilas bûn.

Li Dêrazorê piştî vekirina kanala avê, zehmetî kêm bûn
Li Dêrazorê piştî vekirina kanala avê, zehmetî kêm bûn
Li Dêrazorê piştî vekirina kanala avê, zehmetî kêm bûn
Li Dêrazorê piştî vekirina kanala avê, zehmetî kêm bûn
Li Dêrazorê piştî vekirina kanala avê, zehmetî kêm bûn
Li Dêrazorê piştî vekirina kanala avê, zehmetî kêm bûn
Li Dêrazorê piştî vekirina kanala avê, zehmetî kêm bûn
Li Dêrazorê piştî vekirina kanala avê, zehmetî kêm bûn
Li Dêrazorê piştî vekirina kanala avê, zehmetî kêm bûn
13 sibat, 2019   12:50

DÊRAZOR

Ji ber barana zêde lehî li hinek herêmên nizm ên Dêrazorê çêbûn. Ji ber vê jî li gundê Zeîra yê rojavayê bajêr, mal û gom di bin avê de man.

Komîteya Xizmetguzeriyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi alavên giran berê xwe da gund û ji bo kişandina avê ji nava gund kanalek 2 km dirêj vekir. Bi rêya vê kanalê ava li gund kombûyî ber bi zeviyên çandiniyê ve çû.

Bi vekirina kanalê re ava kombûyî li derdora malên şêniyan kêm bû û zehmetî li ser azara şêniyan kêmtir bû.

Şeva derbasbûyî baraneke zêde bariya û lehî li cihên nizm pêk hat. Vê yekê jî hişt av li bendava El-Rom kom bibe. Komîteya Xizmetguzariyê jî ji ber zexta li ser bendavê kêm bike û cihên ji bendavê yên ku zirar dîtin, sererast kirin.

(jo/bm)

ANHA