Pêngava Karwanê Zeytûnê bi dawî bû

Pêngava Karwanê Zeytûnê ku ji aliyê Yekitiya Rewşenbîrên Bakur û Rohilatê Sûriyê û Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê ve bi dirûşma ‘Em ê ji nû ve gul vedin Efrînê’ ji bo çandina 732 şitilan li herêmên Firat û Cizîrê dest pê kiribû, bi dawî bû.

Pêngava Karwanê Zeytûnê bi dawî bû
13 sibat, 2019   12:49

QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriye û Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Firatê, di 5’ê Sibatê, bi dirûşma ‘Em ê ji nû ve gul vedin Efrînê’ pêngava Karawanê Zeytûnê dabû destpêkirin. Pêngavê 7 rojan dom kir û li tevahî bajarok, bajar û gundewarên di navbera çemên Dîcle û Firatê de belav bû.

Îro pêngava Karwanê Zeytûnê bi daxuyaniyekê ku li Parka Xwendinê ya Qamişloyê hate dayîn, bi dawî bû. Daxuyanî ji aliyê endamê Yekitiya Nivîskarên Kurd- Sûriye Zubêr Zênal û serokê Yekitiya Rewşenbîrên Rojava Welîd Bekir ve hat xwendin. Gelek rewşenbîr tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêngav di 5’ê Sibatê de ji Qada Şehîd Arîn Mîrkan a kantona Kobanê ya herêma Firatê dest pê kir û wiha dom kir: “Piştre berê xwe da Goristana Şehîdan û kulîlk wek bîranîn danîn ser gorên şehîdan. Darên Zeytûnê li qadên giştî yên Kobanê, dibistan û li malan hatin belavkirin û çandin.”

Daxuyaniyê wiha domand: “Ta ku karwan gihaşt navçeya Girê Spî, 366 şitlên Zeytûnê hatin çandin. Di 7’ê Sibatê de ji Meydana Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Karwanê Zeytûnê rêça xwe dest pê kir û ber bi meydanên dibistanan, park û meydanên giştî ve çû. Rêya xwe ta gund, bajarokên Serêkaniyê û Goristana Şehîd Rustem Cûdî domand. Piştre bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê, Til Temir û bajarê Hesekê karwan dom kir."

Li Amûdê di 10’ê Sibatê de, ji Qada Jina Azad karwan bi rê ket û berê xwe da Goristana Şehîdan û kulîlk danîn goristanê. Piştre pêngav ber bi Parka Şehîdan a Sînemaya Amûdê, Parka Jinan û hin dibistanan û malan ve berdewam kir. Her wiha şitil li parka zanîngehê hatin çandin û hin li malên taxa El-Hilêliyê, gundê Hîmo, Dêra Pîroz a Febroniya jî hatin belavkirin û çandin.

Di 11’ê Sibatê de, Karwanê Zeytûnê ji gundê Eyn Dîwar ê li ser keviya çemê Dîcleyê dest pê kir û dar lê çandin. Dûre ber bi bajarê Dêrikê ve kete rê, lê di destpêkê de ji Navenda Çand û Hunerê ya bajêr, hin dibistan û parkên giştî û Navenda Malbatên Şehîdan dest pê kir. Her wiha li ser rêya di navbera Dêrik û Qamilşo de heta navçeyên Girkê Legê, Rimêlan, Çilaxa û Tirbespiyê ve jî çandina daran dirêj kir.

Di 12’ê Sibatê de jî karwan ji Parka Xwendinê ya Qamişlo dest pê kir, kulîlk li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hatin danîn. Li taxa Meyselûn û malên derdora goristanê dar hatin belavkirin. Li wir karwan kar û pêngava xwe bi çandina 732 darên zeytûnê bi dawî kir. 366 dar li herêma Firatê û 366 jî li herêma Cizîrê hatin çandin.

Di daxuyaniyê de kesên ku tev li xebata pêngavê bûne, wiha got: “Hemleya me ji bo her dilopek xwîn ji bo Efrînê hatiye rijandin û ji bo her libek zeytûnê ku lê destdirêjî hatiye kirin, dest pê kir. Pêngava Karwanê Zeytûnê wek erkeke ku nasmeya Efrînê li hemû xaka Rojava ye. Ji bo dilsoziya bi şehîdan re û berdewama ruhê berxwedanê, geşkirina çanda bi xakê re, ji bo pîroziya Zeytûnê di hişê her kurdekî/ê de ye, wek yekbûneke ruhê berxwedanê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.”

(fr/bm)

ANHA