Binpêkirin li ‘herêmên bêçek’ dewam dikin

Binpêkirin li “herêmên bêçek” zêde bûne, hêzên rejîmê û komên çete bi hev ketin û li asîmanê bajarê Idlibê û Hemayê balafir digerin.

Binpêkirin li ‘herêmên bêçek’ dewam dikin
10 sibat, 2019   13:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku binpêkirin li “herêmên bêçek" li her çar parêzgehên Heleb, Hema, Idlib û Laziqiyê dewam dikin.

Hêzên rejîmê cihên li bajarokê El-Temana û gundê Sikîk ên bejahiya başûrê rojhilatê Idlibê, El-Tihe, Tilmins ên bejahiya rojhilatê Mera El-Niman û herêmên din li bajarokê El-Latmanê, Kefirzîta û gundên Hesiraya, El-Sexir û El-Zeka yên bejahiya bakurê Hemayê ku qaşo di herêmên bêçek de ne, topbaran kirin.

Her wiha komên çete moşek li bejahiya bakurê Hemayê avêtin herêmên gundê Esliyê yê bejahiya rojavayê Hemayê ku di bin kontrola hêzên rejîmê de ye. Di heman demê de balafirên şer li asîmanê gundê başûrê Idlibê û bejahiya bakurê Hemayê geriyan.

Rûsyayê li dijî Tirkiyê û çeteyên wê li Idlibê hêrsa xwe bilind kiriye, di demên dawîn de gelek caran li ser zimanê berpirsên wê hate dubarekirin ku Tirkiye pêkanîna hevpeymanan paşguh dike.

Çavdêr dibînin ku pêşbirkek di navbera Tirkiye û Rûsyayê de heye da ku çareseriyekê ji rewşa Idlibê re deynin, Tirkiye hewl dide careke din çeteyên El-Nusra di nava komên nû de bihilîne û wan bixe komîteya destûrê, Rûsya jî xwe amade dike ku êrîşeke leşkerî li ser herêmên Idlibê pêk bîne.

(jo)