Misir di razîkirina aliyên Filistînê de bi ser ket

Rojnameya Şerq El-Ewset ragihand ku Misirê komên filistîniyan, bi taybet Hemas û El-Cîhad Îslamî îqna kirin ku bi Îsraîlê re nekevin nava nakokiyan.

Misir di razîkirina aliyên Filistînê de bi ser ket
10 sibat, 2019   10:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El-Ewset diyar kir ku îstixbarata Misirê Hemas û El-Cîhad Îslamî razî kirin ku di vê qonaxê de ji ber gefên li ser ewlehiyê, rewşê aram bikin. Serokê desthilatdariya Filistînê Mehmûd Ebas jî li dijî Xezayê ceza birîn. Li gorî vê yekê, dê pere li ser şêniyên ku qurbanî di encama şerê bi Îsraîlê re dane, werin qutkirin.

Îstixbarata Misirê dê bi komên Filistînê yên din re bicive da ku aramiya bi Îsraîlê re mîsoger bike û bi wan re mijara lihevanîna di navbera tevgerên Fetîh û Hemasê de nîqaş bike.

Hêjayî gotinê ye ku rewşa heyî li Xezayê her roj girantir dibe. Bi taybet piştî roja înê artêşa Îsraîlê xwepêşandanên Filistînê îşkence kirin, her wiha Îsraîlê hevpeymana bicihkirina aramiyê bi Xezayê re înkar kir û bendên xwe pêk neanîn.

(jo)