Rûsya bi pêşniyara DYA`yê kêfxweş e

Ajansa RIA Novosti ya Rûsyayê li ser zimanê cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Riabkov wiha got: "Moskov ji ber însiyatîfa Amerîkayê ya çêkirina hevpeymana nû der barê moşekan de, kêfxweş e.”  

Rûsya bi pêşniyara DYA`yê kêfxweş e
7 sibat, 2019   11:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Sergey Riabkov di civîna çapemeniyê ya roja pêncşemê de got Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê roja 4`ê Sibatê ji sefareta Amerîkayê re ragihand ku tawanbarkirinên der barê binpêkirina hevpeymanê de, ne rast in.

Riabkov wiha got: "Dawîanîna hevpeymana INF dê derbeyê li îstiqrara stratejîk bide û Washington ji vê yekê berpirsyar e.”

Moskov û Washington heta 6 mehên din dê li gorî hevpeymana moşekên nukleerî tev bigerin. Li gorî hevpeyama di navbera Amerîka û Rûsyayê de ya der barê moşekan de, divê her du alî tu tecrube yan jî belavbûna moşekên balîstîk ên nêzîk û navîn çênekin. Her wiha dê her du alî hemû moşekên ku 1000-5500 km û 500-1000 km diçin, tune bikin.

Serokê DYA’yê Trump got sedema vekişandina DYA`yê ji hevpeymana bidawîkirina moşekan, ji ber ku ev hevpeyman gelek caran ji aliyê Rûsyayê ve hatiye binpêkirin.

(kc)