Mîtîngên Kongreya Star dest pê kir

Beriya niha bi çend kêliyan mîtîngên Kongreya Star li hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca şermezarkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir.

Mîtîngên Kongreya Star dest pê kir
Mîtîngên Kongreya Star dest pê kir
Mîtîngên Kongreya Star dest pê kir
Mîtîngên Kongreya Star dest pê kir
Mîtîngên Kongreya Star dest pê kir
Mîtîngên Kongreya Star dest pê kir
Mîtîngên Kongreya Star dest pê kir
Mîtîngên Kongreya Star dest pê kir
Mîtîngên Kongreya Star dest pê kir
Mîtîngên Kongreya Star dest pê kir
Mîtîngên Kongreya Star dest pê kir
7 sibat, 2019   10:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Star îro bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekdayîna çalakiya Leyla Guven ku ev 92 roj e berdewam dike, bi dirûşma "Em ê tecrîdê rakin, faşîzmê hilweşînin û avakirina neteweya demokratîk mîsoger bikin" mîtîngan li dar dixe.

Jinên herêma Qamişlo li Stada Heysem Kuço, jinên herêma Firatê li Parka 19`ê Tîrmehê, jinên taxa Şêxmeqsûd li Çerxerêya Serokatî û jinên Efrîn û Şehbayê jî li navçeya Ehdas kom bûne.

Jinan di mitîngê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Leyla Guven û pankartên bi nivîsa " Bi sekna Leyla, rihê Şeladizê em ê komplo hilweşînin", " Sûnda me ye, em ê pergala Îmralî perçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn" hildane.

Tê payîn ku di mîtîngan de axaftin werin kirin. Her wiha dê daxuyaniyeke hevbeş ji aliyê Koordînasyona Kongreya Star ve were dayîn.

(bx/bm)

ANHA