Rêveberiya Jinan çalakiya Tebqayê silav kir

Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi daxuyaniyekê malbatên şehîdan ên ku îro dest bi çalakiya greva birçîbûnê bûne, silav kirin.

Rêveberiya Jinan çalakiya Tebqayê silav kir
Rêveberiya Jinan çalakiya Tebqayê silav kir
Rêveberiya Jinan çalakiya Tebqayê silav kir
27 ÇILE, 2019   14:01

TEBQA

Şêniyên bajarê Tebqayê bi armanca destekdayîna çalakiya Leyla Guven û şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro dest bi greva birçîbûnê kir. Rêveberiya Jinan di bin konê çalakiyê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Jinan Radiya El-Abid ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Em ji te fêrî sebrê bûn. Em hêza xwe ji te digirin. Jinan ji îradeya te wateya têkoşînê nas kir. Em ji te fêr bûn ku tu tişt nikare li beramberî hêz, îrade û xwestekên ji bo mafên rewa bisekine. Em fêr bûn ku jinên azad tu carî zilm û desthilatdariyê qebûl nakin.

Em destekê didin hemû hevrêyan ku îro bi armanca destekdayîna çalakiya Leyla Guven tev li çalakiya greva birçîbûnê bûne. Em berxwedana wan silav dikin. Em ji vê derê dibêjin ku em gel in û îradeya me tu carî nayê şikenandin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 50 kesan ji Saziya Malbatên Şehîdan îro dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û konê çalakiyê dê 6 rojan berdewam bike.

(bx)

ANHA