Li Filipînan 2 teqîn: 27 kuştî û 77 birîndar

Hêzên çekdar ên Filipînan îro ragihand ku di encama 2 teqînan de li dêreke katolîkan li başûrê Filipînan 27 kesan jiyana xwe ji dest da û 77 kes birîndar bûn.

Li Filipînan 2 teqîn: 27 kuştî û 77 birîndar
27 ÇILE, 2019   09:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Filipînan Edgard Arevalo ji ajansa Bloomberg a Amerîkayê re ragihand ku di encama 2 teqînan de ku dêreke katolîkan a li girava Sûlû ya li başûrê Filipînan pêk hat, 5 leşker û 22 sivîl hatin kuştin û 77 kes birîndar bûn.