Leyla Guven xwest beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe Cevriye Guven bibe bi rêya parêzerên xwe serîlêdan kir.

Leyla Guven xwest beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
4 ÇILE, 2019   11:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Dayika Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Cevriye (94) jiyana xwe ji dest da. Tê payin ku cenazeyê Cevriye Guven danê esirê bê definkirin. Leyla Guven a ku di Girtîgeha Tipa E ya Amedê girtî ye, ji bo beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe bi rêya parêzerên xwe serî li dozgeriyê da.