HPG’ê li dijî leşkerên Tirk çalakiya sekvaniyê pêkanî

HPG’ê li Girê Elîdirêj ê herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê, li dijî leşkerên Tirk çalakiyeke sekvaniyê hate kirin.

HPG’ê li dijî leşkerên Tirk çalakiya sekvaniyê pêkanî
20 kanûn, 2018   13:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"18'ê Kanûnê saet 7'an, hêzên me li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser Girê Elîdirêj çalakiyeke sûîqestê kirin. Di encamê de leşkerekî dijmin birîndar bû. Hêzên dijmin piştî çalakiyê herêm dan ber bombeyan.

19'ê Kanûnê saet navbera 20:20-21:10'an helîkopterên bi tîpa Kobra yên artêşa TC a dagirker êrîş birin ser Girê Xerebol, Girê Saddam, Girê Şehîd Delîla û Şehîd Rustem ên herêma Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyyaê. Hêzên me di cih de bersiv dan û di encamê de helîkopter neçar man ji herêmê biçin."