Ji bo sivîlên li Şengalê şehîd bibûn sersaxî hate xwestin

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê ji bo sivîlên şehîd Mustefa Hecî û Xelîl Xalid yên di encama êrîşa hawayî ya dewleta Tirk li ser herêma Şengalê şehîd bibûn, sersaxî xwestin.

Ji bo sivîlên li Şengalê şehîd bibûn sersaxî hate xwestin
Ji bo sivîlên li Şengalê şehîd bibûn sersaxî hate xwestin
Ji bo sivîlên li Şengalê şehîd bibûn sersaxî hate xwestin
Ji bo sivîlên li Şengalê şehîd bibûn sersaxî hate xwestin
19 kanûn, 2018   14:59

KOBANÊ

Xelîl Xalid Cio yê ji gundê Qolanê Qere Elî, Mustefa Hecî ji gundê Qolanê û Mehmûd Xan Temo ji gundê Helincê di êrîşa 13’ê Kanûnê ya artêşa Tirk a li Şengalê de şehîd bibûn.

Ji bo Xelîl Xalid û Mustefa Hecî konê sersaxiyê li gundê Qolanê ya girêdayî navçeya Sirîn hatibû vedan.

Di bin kon de merasîmek ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatibû organîzekirin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştra li ser navê meclisa Sirîn Murad Lalo û li ser navê Meclisa Meclisa Malbata Şehîdan a navçeyê Sirîn Gêlo Hesen sersaxî ji malbatê şehîdan re xwest û wiha gotin "Em sersaxî ji şêniyên gundê Qolanê re dixwezin, ev gund bi şehîdên xwe têne naskirin. Ji gundê Qolanê kesên leheng û qehreman derketin wekî şehîd Erdal Qadir."

Di axaftinan de hate gotin serkeftinên hatin qezencekirin kombûna şêniyan di bin vî konî de berhemên xwîna şehîdan û ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in."

Kesên axivîne soza şopandina rêya şehîdan hatin dayîn.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd namirin bi dawî bû"

ANHA