ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.12.2018
19 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Şêniyên herêma Efrînê cenazeyên du şervanên YPG‘ê li goristana Şehîdan oxir dikin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Kobanê ji malbatên şehîdên sivîl re ku 13‘ê Kanûnê di êrîşa hawayî ya dewleta Tirk li ser Şengalê şehîd bibûn sersaxiyê dixwazin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya şêniyên kantona Kobanê ya li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja sêyemîn de didome. Di heman demê de çalakiyên konvedanê yên şêniyên Girê Spî du roja 4‘emîn de berdewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên kampên Hol û Şedadê li dijî gefxwarinên Tirkiyê daxuyaniyan didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna yekemîn li gel Buroya Karûbarên Olî û Baweriyan li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Greva birçîbûnê ya şêniyên navçeya Til Hemîsê ku ji aliyê Kongreya Star û PYD‘ê ve bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Ocalan û piştgiriya Leyla Guven hatiye lidarxistin di roja duyemîn de didome, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Til Koçer ya kantona Qamişlo bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşekê li dar dixin. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di aloziya Sûriyê de niyeta rasteqîn a dewleta Tirk a dagirker eşkere bû. Derket holê dewleta Tirk ku ji bilî xwe tu aliyên din qebûl nake û armanca wê tenê ew e ku bi çi rêbazî be xewna osmaniyan a dagirkirina herêman zindî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êzidiyên navçeya Tirbespiyê teqez kirin ku gefên Erdogan berdewama siyaseta dewleta Osmanî ya qirkirina gelên herêmê yên resen e. Her wiha bang li gelê herêmê kirin ku li dora hêzên leşkerî kom bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ruxmî temenê xwe yê mezin apê Şikrî riyên dûr û dirêj li ser çiyayên Efrînê û di bin êrîşên hawayî yên artêşa Tirk a dagirker de derbas kirin da ku xwarin û pêdiviyên şervanan di zûtirîn dem de bighîne eniyên şer. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamên Meclîsa Sivîl a Reqayê destnîşan kirin ku Erdogan dixwaze muzayîka niştîmanî û biratiya gelan li herêmê têk bibe û teqez kirin, ew ê bi yekrêziyekê li hember êrîşên dewleta Tirkiyeyê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Kongreya Amerîkayê Thomas Alexander Garrett diyar kir ku Tirkiye îdia dike wê Efrîn, Cerablus û Babê rizgar kirin, lê ya rast ev herêm ji aliyê wê ve hatine dagirkirin. Garrettû got: "Di rastiyê de Tirkiyê ji bo kêmkirina berjewendiyên Amerîka li herêmê bi Rûsya û Îranê re danûstandinan dike, ji lew re divê Tirkiye yan ji Sûriyê derkeve yan jî ji NATO'yê were derxistin." (BI WÊNE).

- Siyasetmedarên Bakurê Sûriyê gotin, armanca gefên dawî yên Erdogan bilindkirina morala hevalbendên xwe DAIŞ'ê û têkbirina çareseriya siyasî ya Sûrî-Sûrî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Nûnerê Konferansa Ermenî ya Cîhanî Hamo Meskvian got li hember gefên Tirkiyeyê, ji gelên herêmê tê xwestin ku li cem hev bisekinin û yekitiya xwe ya dîrokî ava bikin û serkeftina li dijî dewleta Tirk ku 400 salan gelên herêmê kiribûn kole, ragihînin. (BI WÊNE).

JIN

-Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi armanca şîroveekirina têgeha"Jinelojiya" civînekê li hola civînan li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di malbata Ehmed Koro de 3 keç bi nexweşiya zirav "Sil" ketine, lewra malbatê konek cûda ji wan re vekiriye. Tevî vê yekê rêxistinên mirovî rewşa wan paşguh kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Li ser daxwaza şêniyên gundê Hîsan ê rojavayê bajarê Dêrazorê ku ji ber nebaşiya nan bi gazinc in, Komîteya Firnan û Temwînê bi hevkariya Komîteya Temwînê ya Şaredariya gundê Mihêmîd komîteyek ji bo çavdêriya nan ava kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berpirsyariya paqijkirina bajêr dikeve ser milê beşa Geracê ya girêdayî Şaredariya Gel a Minbicê. Beş ji zêdetirî 300 endaman pêk tê û di nav du koman de dixebitin. Koma yekê ji saet 7:00 sibehan û heya 2:00 piştî nîvro dixebite û ya din ji saet 5:00 ber êvarê û heta nîvê şevê dixebite. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca parastina destkeftiyên şoreşê ji destpêkê aloziya Sûriyê ve gelek saziyên parastinê ava kiriye. Hêzên Parastina Civakî ya herêma Dêrikê li rex Hêzên Ewlekariya Hundirîn di xurtkirina aramî, ewlehî û parastina şêniyan de rol dilîze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA