Li Reqayê ji bo 3 şehîdan merasîmê xiyabî

Ji bo 3 şervanên QSD`ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de ya "Şerê Tinekirina Terorê" şehîd bibûn merasîmeke xiyabî hate lidarxistin.

Li Reqayê ji bo 3 şehîdan merasîmê xiyabî
Li Reqayê ji bo 3 şehîdan merasîmê xiyabî
Li Reqayê ji bo 3 şehîdan merasîmê xiyabî
Li Reqayê ji bo 3 şehîdan merasîmê xiyabî
Li Reqayê ji bo 3 şehîdan merasîmê xiyabî
Li Reqayê ji bo 3 şehîdan merasîmê xiyabî
Li Reqayê ji bo 3 şehîdan merasîmê xiyabî
Li Reqayê ji bo 3 şehîdan merasîmê xiyabî
16 kanûn, 2018   16:46

REQA

Saziya Malbatên Şehîdan a Reqayê ji bo şervanên QSD‘ê Hesen Ebdulreheman (Emîr), Ebdulrehman Umer (Cahid), Elî Îbrahîm El-Siûd (Alan) ku bi pêngava Bagera Cizîrê de ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn merasîmeke xiyabî li darxistin.

Merasîm li Goristana Şehîdan a gundê Hikûmiyê bi amadbûna bi sedan kesî hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtin û turana leşkerî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve dest pê kir. Paşê bi navê QSD‘ê fermandar Silêman Reqa axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Silêman Reqa got: "Şehîdên qehreman canê xwe fedayî gel û xaka xwe kirin. Şehîd azadî û rumeta me ne. Bi xwîna wan em soz didin ku em xeta wan bişopînin ta armancên wan pêk bînin. Em mizgîniyên didin gelê xwe û cîhanê ku hêza DAIŞ‘ê şkest û di bargeha xwe ya dawî de ber tine dibe."

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Reqayê Mehmûd El-Xelef El-Hesen destnîşan kir ku wan xwe bi rêxistin kirin û meclis ava kirin da ku xizmeta gel bikin û got, serkeftinên heyî berhemên xwîna şehîdan e.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Hela El-Hesen nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Merasîm bi dirûşmeyên şehîd namirin bi dawî bû.

ANHA