Xezeba Zeytûnê: Di çalakiya li Efrînê de bi kêmanî 25 çete hatin kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê çalakiya li dijî navenda çeteyên Cebha El-Şamiye ya li sûk El-Hal a Efrînê girt ser xwe û diyar kir ku di çalakiyê de bi kêmanî 25 çete hatin kuştin.

Xezeba Zeytûnê: Di çalakiya li Efrînê de bi kêmanî 25 çete hatin kuştin
16 kanûn, 2018   14:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li sûk El-Hal a bajarê Efrînê, erebeyeke bombebarkirî li navenda çeteyên Cebha El-Şamiye teqiya. Di teqînê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û çalakî girt ser xwe. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çalakiyê de bi kêmanî 25 çeteyên Cebha El-Şamiye hatin kuştin û dibê ku ev hejmar zêdetir bibe.

Di daxuyaniya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ev agahî hatin parvekirin:

"Ji ber sûcên dagirkeriya Tirkiyê , çete û dovikên wê yên li dijî gelê me û xaka Efrînê ya paqij berxwedana şervanên me mezintir dibe. Şervanên me ji bo şehîdan û gelê Efrînê rake rê û rêbazên lehengtir di afirînin û çeteyan dixin dojeha kuştinê û li ser sûcên ku kirine hesab ji wan dixwaze.

Di daxuyaniya berê de me hişyarî da ku hesabê dagirkirina Efrînê bilind e, şervanên me kesên ku destê wan di rijandina xwînê û dagirkirina mal, dikan û zeviyên gelê de hebû dike hedef, em li ser soza xwe ne, dê Efrînê tenê ji çeteyan re bibe dojeh. Çalakiyên me heya niha yên destpêkê ne. Di demên pêş de dê girantir bibe.

Li ser vê yekê şervanên me gelê me pîroz dikin ku çalakiya teqandina navenda çeteyên Cebhe El-Şemiye bi serkeftî derbas bû. Şervanên me erebeya bombebarkirî li pêşiya navendê dema ku dewreyeke leşkerî ya çeteyan dimeşiya, teqand. Di teqînê de herî kêm 25 çete hatin kuştin, dibe ku ev hejmar ber bi zêdebûnê ve biçe.

Çalakiya Efrînê ji bo tola şehîdên me ne yên ku di encama êrîşên hawayî û tank û topên Tirkiyeyêde  şehîd bûne ye, her wiha tolhildana wêrankirina gund û navçeyên bi ewle ye. Zarok û jinên ku bedena wan di encama êrîşên balafirên dewleta Tirk a terorîst de parçe bûne nayêne jibîrkirin. Ev çalakî di heman demê de wekî bersiva qirêjkirina xaka me ya pîroz ji aliyê çeteyan ve ye. Zû an derdeng Efrîn wê li niştecihên wê yên resen vegere.  

Careke din em bangawaziya xwe ya ji çeteyan û niştecihên xwe li Efrînê bi cih kirin dûbare dikin, ji Efrînê derkevin an jî wê aqûbeta ji ya kuştiyên îro ne dûr be. Her wiha em bang li şêniyên Efrînê yên resen dikin ku nêzî navendên dagirker û çeteyan nebin ji bo zerar neghêje wan.

Em li ser soza xwe ne, em ê çalakiyên berxwedanê bilind bikin, dijmin tenê zimanê kuştin û tolhildanê fam dike. Bila bizanibin ku her libeke zeytûnên Efrînê wê bibe gule, her kevireke li ber xwe dide û wê bibe mayîn bi bedena wan a lewaz ve biteqe."

(jo)

ANHA