Ebû Adil: Li hemberî her gefxwarinan yekitî û hevgirtin pêwîste

Fermendarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil got ew ê bajarê xwe biparêzin û bal kişand ku li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê hevgirtina gel pêwîst e.

Ebû Adil: Li hemberî her gefxwarinan yekitî û hevgirtin pêwîste
Ebû Adil: Li hemberî her gefxwarinan yekitî û hevgirtin pêwîste
Ebû Adil: Li hemberî her gefxwarinan yekitî û hevgirtin pêwîste
Ebû Adil: Li hemberî her gefxwarinan yekitî û hevgirtin pêwîste
Ebû Adil: Li hemberî her gefxwarinan yekitî û hevgirtin pêwîste
Ebû Adil: Li hemberî her gefxwarinan yekitî û hevgirtin pêwîste
15 kanûn, 2018   15:04

MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi armanca şîrovekirina geşedanên siyasî û leşkerî yên ku li herêmê rû didin civînek ji şêniyên navçeya Ebû Qelqel ê başûrê rojhilatê bajêr lidar xist.

Fermendarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil, endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ciwan El-Ehmed, endama Dîwana Meclisa Zagonsaz Ezab El-Ebûd û bi sedan şêniyên navçeyê tev li civînê bûn.

Di civînê de endamê rêveber ê xetên gundewarên Minbicê Xelîl Nesan têkildarî geşedanên siyasî li herêmê axivî û got: "Em nûnertiya vîna gelê rastîn dikin, em dagirkirina Tirkiyê ya nû ji herêmên ku ji terorê nû hatine rizgarkirina bi ti awayî qebûl nakin."

Di berdewama axaftina xwe de Nesan destnîşan kir ku gelê herêmê ji bo rizgarkirina xaka xwe ji terorê bi hezaran şehîd dane û fedekariyên mezin kirine, ji lew re dagirkeriyê qebûl nake.

Piştre Fermendarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil axivî û got: "Armanca sereke ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, parastina sînorên Minbicê ji her êrîşekê ye û armanca me ya bingehîn parastina bajêr e. Ji bo vê divê em hevgirtina xwe ava bikin û li hember her êrîşek ji derve ku ewlehiya bajarê me dike hedef bisekinin."

Her wiha Ebû Adil destnîşan kir ku ruxmî gefên Tirkiyê li dijî Minbicê lê dîsa jî hêzên meclisê li Hecînê şerê DAIŞ'ê dikin û wiha got: "Bi vîn û hêzên xwe em ê bajarê xwe ji dewleta Tirkiyê biparêzin."

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ciwan El-Ehmed axivî û diyar kir ku ew ê parastina ewlehiya bajêr û şêniyan bikin.

Di civînê de endama Dîwana Meclisa Zagonsaz Ezab El-Ebûd axivî û destnîşan kir ku ew ê rê nedin Tirkiyê ku mudexeleya karûbarên herêmên ku bi saya xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin bike.

Civîn di çarçoveya hemleya ku Rêveberiya Minbicê de ji bo nirxandina geşedanên siyasî û leşkerî bi şêniyên herêmê re li dar ket. Tê payîn ku ev hemle heta dawiya vê mehê bidome.

(şx)

ANHA