Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Çeteyên girêdayî Tirkiyê li devera agirbesta Rûsya û Tirkiyê li parêzgeha Hemayê êrîşî hêzên rêjîmê kirin. serokê partiyekî Tirk hevdîtinên veşartî ya di navbera herdu rêjîmên Tirkiye û Sûriyê li Îranê eşkere kir. Rojnameyan bal kişandin ser çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta Lubnanê.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
17 mijdar, 2018   08:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa êrîşên komên çete yên girêdayî Tirkiyê li dijî hêzên rêjîmê li devera agirbesta Rûsya û Tirkiyê kirin. rojnameyan her wiha behsa têkliyên veşartî di navbera herdu rêjîmên Tirkiyê û Sûriyê kirin, tevî ku Erdogan îdîa dike ku ti têklî di navbera wan de tune ne.

El-Qudis El-Erebî: Di êrîşa opozîsyonê de bi dehan kuştî û birîndarên rêjîmê çêbûn. Fermandarê Zîrevanên Şoreşgerî hêzên "parastina aştiyê" yên Îran amade dike da ku li Idlib û Helebê bêne belavkirin.

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyê rojnameya El-Qudis El-Erebî behsa êrîşa çeteyên girêdayî Tirkiyê li dijî hêzên rêjîma Sûriyê kirin û diyar kir ku di encama êrîşê de bi dehan leşkerên rêjîmê li devera agirbestê ya li gundewarên Hema û Idlibê hatin kuştin û birîndarkirin. Li gorî agahiyan di êrîşa li derdora bajaroka El-Sermaniyê ya gundewarê bakurê Hemayê bêtirî 20 leşkerên rêjîmê hatine kuştin.

Rojnameyê her wiha li ser navê Fermandarê Zîrevanên Şoreşgerî ya Îranê Tugay Mihemed Elî Caferî ragihand ku Îran dê hêzên "Parastina Aştiyê" bişîne Sûriyê û li parêzgehên Idlib û Helebê belav bike û ev yek li gorî daxwaza rêjîma Sûriyê pêk tê.

El-Ereb: Hevdîtina di navbera rayedarên Sûriyê û Tirkiyê de li Îranê û îdîayên Erdogan bê bingeh dike

Rojnameya El-Ereb beha têkliyên di navbera herdu rêjîmên Tirkiye û Rûsya de kir û ragihand ku serokê Partiya Welat (Yurt Partisi) ku alîgirtiya hikûmetê dike, şandeyên ji Tirkiye û Sûriyê li Îranê li hev dicivin. Ev yek jî îtîayên serokê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan derew derdixîne ku dibêje ti têkliya wî bi rêjîma Beşar El-Esed re tune ye û serokatiya El-Esed ne rewa dibîne.

Malpera Sputnik jî behsa hevdîtinên li Tehranê kir ku li ser daxwaza Erdogan pêk hatine û guman kir ku fermandarên istixbarata herdu welatan beşdarî van hevdîtinan bûne û got ku hevdîtin hêjî berdewam in.

Çavdêr diyar dikin ku tişta ku serokê Partiya Welat eşkere kiriye ne tiştekî matmayî ye û got ku Tirkiye bi pragmatîkbûna xwe tê nasîn û ji "keysbaziya siyasî" ve gelekî nêzîk e.

Rêjîma Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve herî zêde dixwast rêjîma Beşar El-Esed hilweşe û alîkariya opozîsyona çekdar kir û bingeheke ji cîhadîstan re ava kir û gelek çeteyên seranserî cîhanê di Tirkiyê re derbasî Sûriyê kirin.

El-Heyat: Çavbirçîbûna Îranê di Sûriyê de rastî derbeyên giran hat

Rojnameya El-Heyat jî behsa rola Îranû di Sûriyê de kir û got ku Tehranê alîkariyeke darayî ya rasterast bi Dîmeşqê re kir û alîkariya wê dike da ku binesaziya xwe vegerîne. Her wiha girêdestên aborî û derfetên derbasbûna bazarê jî wergirtin û dibe di dawiyê de ziyana ku di şer de dîtiye çareser bike û qezecê bike.

Şîrketên Îranê tevî ku dixwazin derfirotinê ber bi Sûriyê ve bikin û hêvîdar in ku Şam jî ber bi jinûve avakirinê ve gavên baş bavêje.

Şerq El-Ewsat: Mosko rexneya rola Amerîka di Sûriyê de dike

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî behsa rexneyên Mosko ji Waşintonê re kir û got ku Mosko helwesta xwe li dijî tevgerên leşkerî yên Amerîka di Sûriyê de hişk dike. Wezaretên Parastin û Derve yên Rûsya êrîşeke dijwar li dijî Waşitonê pêk anî û tewan bar kirin ku çalakiyên komên çekdar di kampa Rukban de vedişêre. Mosko got ku Amerîka tundiyê li welatiyên sivîl dike. Di heman demê de serbazên Amerîkî Rûsya tewanbar kirin ku çekên qedexekirî li dijî bajarê Dêrazorê bikar anîne.

Îraq

Girêdayî çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta Îraqê rojnameya El-Ereb behsa lêçûnên parlemanteran li paytextê Bexdayê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Parlemana Îraqê nerazîbûna gel zêde dike piştî ku serweriyên parlemanteran zêde kirin."

Yemen

Der barê mijar û aloziya Yemenê de rojnameya El-Heyat behsa aloziya mirovahî kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Koalîsyon di 72 saetan de 157 daxuyanî ji rêxistinên mirovahî re derxistin."

Lubnan

Der barê çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta Lubnanê de jî rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hewldanên avakirina hikûmetê taloqkirî mane û tevgera Basîl ti çareserî bi xwe re neanî."

Lîbiya

Der barê nakokiyên di navbera aliyên Lîbiya de rojnameya El-Heyat behsa xebatên çareserkirina aloziya Lîbiyayê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Konferansa Palermo der barê Lîbiya de nakokiyên giran di navbera aliyên dijber de eşkere kir."

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê û şerê di navbera Îsraîliyan û Filistîniyan de li herêma Xezayê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa şerê di navbera artêşa Îsraîlê û xwepêşandêrên filistîn kir û manêteke xwe wiha bi nav kir: "Hemas bi çavdêriya xwe nikaribû rê li pêşiya şerê li Xezayê bigire."