‘Tirkiye bi êrîşên li ser rojnamevanan dixwaze kiryarên xwe veşêre’

Rojnamevan Leyla Ebdî û Delal Hewarî bang li rêxistinên navdewletî yên têkildarî mafên rojnamevanan kirin ku bila sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk re yên li dijî rojnamevanan deynin. Rojnamevanan diyar kirin ku Tirkiye bi hedefgirtina rojnamevanan dixwaze binpêkirinên xwe veşêre.

‘Tirkiye bi êrîşên li ser rojnamevanan dixwaze kiryarên xwe veşêre’
17 mijdar, 2018   08:37

TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca ku kiryarên xwe yên li dijî mirovahiyê veşêre, di serî de rojnamevanan û dengê ragihandina azad dike hedef.

Di êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên 2‘yê Mijdarê li ser Girê Spî ya herêma Firatê ya Bakurê Sûriyeyê de nûçegihanên ajansa me ANHA‘yê Gulistan Mihemed û Îbrahîm Ehmed dema ku êrîş dişopand, bi guleyên sekvanên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûn.

Hedefgirtina rojnamevanan rastî nerazîbûneke tund ji aliyê gel ve hat, di serî de jî ji aliyê rojnamevanan ve. Rojnamevanan her wiha bêdengiya civaka navdewletî ya li hember kiryarên dewleta Tirk ên li ser rojnamevanan şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kirin ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku binpêkirinên xwe rawestîne.

Nûçegihana Ronahî TV’yê Leyla Ebdî hedefgirtina rojnamevan Gulîstan Mihemed û Îbrahîm Ehmed ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û bang li rêxistinên navdewletî yên têkildarî mafên rojnamevanan kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku van binpêkirinên xwe rawestîne.

Leyla her wiha rêzebinpêkirinên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li dijî rojnamevanan a girtina 4 xebatkarên malpera Ereb 24 li ser sînorê Minbicê bi bîr xist û diyar kir ku hikumeta Tirkiyeyê bi sedan rojnamevanên azad girtine.

Nûçegihana ajansa Jinnewsê ya li Girê Spî Delal Hewarî anî ziman ku bêdengiya civaka navdewletî ya li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên der heqê rojnamevanan de ji kuştin, revandin û girtin û hwd mirov matmayî dihêle.

Delal Hewarî hedefgirtina nûçegihanên ajansa me ANHA‘yê û girtina rojnamevanan ku li ser sînorê Minbicê ji aliyê çeteyên girêdayî Tirkiyeyê ve şermezar kir û anî ziman ku dagirkeriya Tirkiyeyê bi hedefgirtina rojnamevanan dixwaze kiryarên li dijî mirovan veşêre.

ANHA