Bi hezaran cenazeyê El-Rîbah û El-Cerah spartin axê

Bi tevlêbûna bi hezaran kesî cenazeyê endamê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Şewket El-Rîbah û şervanê QSD‘ê Ebdulrehman El-Cerah bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada hatin veşartin.

Bi hezaran cenazeyê El-Rîbah û El-Cerah spartin axê
Bi hezaran cenazeyê El-Rîbah û El-Cerah spartin axê
Bi hezaran cenazeyê El-Rîbah û El-Cerah spartin axê
Bi hezaran cenazeyê El-Rîbah û El-Cerah spartin axê
Bi hezaran cenazeyê El-Rîbah û El-Cerah spartin axê
Bi hezaran cenazeyê El-Rîbah û El-Cerah spartin axê
Bi hezaran cenazeyê El-Rîbah û El-Cerah spartin axê
Bi hezaran cenazeyê El-Rîbah û El-Cerah spartin axê
Bi hezaran cenazeyê El-Rîbah û El-Cerah spartin axê
15 mijdar, 2018   17:00

DÊRAZOR

Endamê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Şewket El-Rîbah 14‘ê Mijdarê de dema erka xwe pêk di anî şehîd bû û şervanê QSD‘ê Ebdulrehman El-Cerah di 10‘ê Mijdarê de di "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd.

Îro bi hezaran şêniyên Dêrazorê cenazeyê ji derketina tundê Ebû Xeşeb ê dikeve gundewarê rojavayê Dêrazorê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan ku bi wêneyên herdu şehîdan û alên QSD‘ê hatibû xemilandin ber bi Goristana Şehîd Xidir El-Hemada ya gundê Ebû Xeşeb ve ketin rê.

Kerwanê cenaze bi gihiştina goristanê re ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin. Li vir merasîmeke leşkerî ji aliyê QSD‘ê ve hate lidarxistin. Paşê ji fermandarên QSD‘ê Dilşêr û Hevserokê Meclisa Zagonsaz Merwan Fiteyih axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwest in û berxwedana şervanan a parastina ewlehiya herêmê hate silavkirin. Hate gotin ku armaniya herêmê berhemên keda şehîdan e

Kesên axivîne soza şopandina xeta şehîdan dan.

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîda Beşar Semsedîn wesîqeyên şehadetê yên herdu şehîdan xwendin û da malbatên wan.

Girseya gel cenazeyê şehîdan di nava dirûşmeya spartin axê.

ANHA