'Hedefgirtina jinan hedefgirtina pergala demokratîk e'

Rêveberiya Jinan a Tebqayê di çarçoveya pêngava ‘Ji kolekirina Jinan re na na, azadiya me rumeta me ye' de daxuayaniyek da. Di daxuyaniyê de hate  gotin ku hedefgirtina jinan hedefgirtina pergala demokratîk e

'Hedefgirtina jinan hedefgirtina pergala demokratîk e'
15 mijdar, 2018   15:58

TEBQA

Bi wesîleya Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinan û di çaroveya çalakiyên pêngava 'Ji kolekirina Jinan re na na, azadiya me rumeta me ye' de Rêveberiya Jinan a Tebqayê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna endamên Rêveberiya Jinan a Tebqayê, Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê, Akademiya Jinên Sûriyê û hejmarek endamên jin ên saziyên sivîl hate xwendin.

Jinan wêneyên şehîdên jin Sabrîn, Şerara û Reşa û pankartên ku li ser wê 'Tundiya li dijî jinan sûcek der heqê civakê de ye, Ji kolekirina Jinan re na na, azadiya me rumeta me ye, ji tundiya li dijî jinan re na' hatibûn vekirin.

Daxuyanî ji aliyê Berpirsa Rêveberiya Jina ya herêma Tebqayê Zehra El-Hemada ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

'Rêze bûyerên tundiya li dijî jinan berdewam in. Di sedsla 21'an de gihaşt radeya herî bilind. Rojek derbas nabe beyî ku jinek were kuştin yan destdirêjkirin yan jî lêdankirin.

Temenê tundiya li ser jinan vedigere beriya 4 hezar salan û li Rojhlata Navîn ku dergûşa dayika xwedawendan e gihiştiye lûtkeya herî jor.

Di demekê de ku pir kes bi awayekî teorî banga azadiya jinê dikin, em sûcên dubarekirî der heqê jinan de li hemû cîhanê û bi taybet Rojhilata Navîn dibînin.

Di destpêka vê mehê de jina ciwan bi navê Sabrîn li gundê El-Sehlebiyê hate kuştin. Piştî wê bi çend rojan jinek din li Cerablusê hate kuştin. Ji aliyê xwe ve jî rêjîma Îranê Şerara El-Yasî darve kir. Bi vê yekê zihniyeta mêrdestiyê di tepeserkirina bangên azadiyê de berdewam e.

Em weke Rêveberiya Jinan tekez dikin ku hedefgirtina jinan ne tenê hedefgirtina bedenî ye. Di heman demê de hedefgirtina pergala demokratîk e. Ji ber ku pergalên mêrdestiyê vîna jinan xeteriyekî ku hebûna wan tehdîd dike dibînin.

Ji vir ji Tebqayê, em hemû sûcên ku der heqê jinan de pêk hatine şermezar dikin. Em bang li hemû jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku li dijî van binpêkirinan bisekinin û destdirêjiya pergalên mêrdestiyê bi dawî bikin."

(şx)

ANHA