Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêşî li komkujiyekê girt

Tîmên endezyariyê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelek teqemenî di hundirê dibistana gundê Ebo Hemam ê li Dêrazorê de bê bandor kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêşî li komkujiyekê girt
15 mijdar, 2018   13:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh û li ser agahiyên ku şêniyên gundê Ebo Hemam ê girêdayî herêma El-Besîra li gundên Dêrazorê, tîmên endezyariyê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, li gundên Dêrazorê gelek teqemenî ku ji bo teqandinê hatibûn amadekirin, di hundirê dibistana gundê Ebo Hemam a seretayî de bê bandor kirin. Ger ev teqemenî biteqiyana dê komkujiyek mezin di dibistanê de pêk bihata.

Der barê mijarê de endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirên a herêma El-Besîra Mihemed Şihadê ji ajansa me re wiha destnîşan kir: "Duh û di gera me di nava gundên El-Besîra û li gundê Ebo Hemam û derdora wê, yek ji şêniyên wê derê got hin tiştên biguman di dibistana gund de hene, ji bo wê me berê xwe da wir." 

Şihade diyar kir ku di lêgerîna wan de, gelek mayin di dibistanê de dîtine û wiha pê de çû: "Di cih de me bang li tîma endezyariyê ya hêzên me kir ku dest bi vekirina mayinan kir."

Mihemed Şihade got ku piştî vekirina mayinan, wan dest bi lêgerîna di nava dibistanê de kiriye û wiha got: "Di lêgerîna de me piştî vekirina mayinan, me di hundirê dibistanê de embareke tijî topavêjên hewan û tankan dîtin, ew jî wek mayinan amade kiribûn. Me ji dibistanê derxistin û dûrî wê birin."

Şihade da zanîn ku wan mamoste û xwedekar şiyar kirin ku îro nayên dibistanê, heta ku bi giştî çalakiyên lêgerînê bi dawî dibin û hemû teqemeniyê dûrî dibistanê bixin.

Di dawiya axaftina xwe de endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma El-Besîre Mihemed Şihade bang li şêniyên herêmê kir ku eger tiştên biguman dîtin, wan xeberdar bikin û wiha got: "Ji bo ewlekariya sivîlan, em bang li hemû şêniyan dikin ku eger tiştên biguman dîtin, xeberê bidin me."

Der barê mijarê de endamê tîma taybet a vekirina mayinan a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a gundên Dêrazorê Himêdî El-Salih wiha got: "Li ser daxwaza dewriyeyan, rêveberiyê xeber da ku em biçin dibistana Ebo Hemam a seretayî, piştî ku em gihaştin dibistanê, me hemû mayin vekirin. Çalakiyên lêgerînê heta niha dewam dikin, ji bo ku xwendekar bi rehetî perwerdeya xwe dewam bikin."

Li ser cihê çandina mayinan Salih wiha got: "Mayîn di nav dibistanê û kanalîzasyonê de hatibûn çandin, hemû jî ji bo teqandinê hatibûn amadekirin û eger biteqiyana dibe ku komkujiyek der heqê zarok û mamosteyan de pêk bihata."

(jo)

ANHA