‘Kesên ku destekê nadin diyaloga Sûrî-Sûrî alîkariya dijminan dikin’

Hevserokên Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê got Tirkiye hewl dide Sûriyeyê xira bike û gelên wê parçe bike. Her wiha destnîşan kirin ku Berxwedana Serdemê derseke baş da hemû dewletên cîhanê.

‘Kesên ku destekê nadin diyaloga Sûrî-Sûrî alîkariya dijminan dikin’
‘Kesên ku destekê nadin diyaloga Sûrî-Sûrî alîkariya dijminan dikin’
‘Kesên ku destekê nadin diyaloga Sûrî-Sûrî alîkariya dijminan dikin’
‘Kesên ku destekê nadin diyaloga Sûrî-Sûrî alîkariya dijminan dikin’
‘Kesên ku destekê nadin diyaloga Sûrî-Sûrî alîkariya dijminan dikin’
‘Kesên ku destekê nadin diyaloga Sûrî-Sûrî alîkariya dijminan dikin’
‘Kesên ku destekê nadin diyaloga Sûrî-Sûrî alîkariya dijminan dikin’
‘Kesên ku destekê nadin diyaloga Sûrî-Sûrî alîkariya dijminan dikin’
15 mijdar, 2018   13:27

HELEB

Hevserokên Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger û Xerîb Hiso di civîna ku îro li Salona Efrînê ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hate lidarxistin de, rewşa dawî ya herêmê nirxand.

Bi dehan şêniyên taxa Şêxmeqsûd, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li civînê bûn.

Di civînê de hevsreokê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Xerîb Hiso li ser civînên ku li derveyî Sûriyeyê têne lidarxistin, aloziya Sûriyeyê çareser nakin û wiha axivî: "Ji ber berjewendiyên navdewletî aloziya Sûriyeyê kûrttir dibe. Ev yek jî li ser hesabê gelê Sûriyeyê tê kirin. Lê em li gorî pîvanên yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li çareseriyê digerin."

Xerîb Hiso êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser xaka Sûriyeyê şermezar kirin û got dagirkeriya Tirkiyeyê êrîşî xaka Bakurê Sûriyeyê dike. Li beramberî wê jî hemû hêzên navdewletî û derve bê deng in, Tirkiye hewl dide Sûriyeyê parçe bike, binesaziya wê xira bike û ferq û cudatiyê bixwe navbera gelên wê û civaka wê ya hevgirtî.

Xerîb Hiso di axaftina xwe de diyar kir ku hemû şoreşên cîhanê destek ji dewletên derve wergirtin, şoreşa Rojava bi saya îradeya gelê xwe bi ser dikeve û mînaka wê berxwedana şêniyên taxa Şêxmeqsûd li dijî çeteyên Îtîlafê ye.

Her wiha hevseroka Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Zelal Ceger got gelê Sûriyeyê zilm û zorê red dike, di nava hemû rewşên aramî û ewlehiyê de banga azadiya xwe dike bêyî destwerdanên derve. Zelal destnîşan kir ku tevî ku dewleta Tirk a dagirker di êrîşên li ser Efrînê de hemû cureyên çekan li dijî gel bi kar anîn, lê Berxwedana Serdemê derseke baş di berxwedanê de da hemû dewletên cîhanê.

Zelal Ceger di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em tu carî pişta xwe nadin tu dewletan. Em îrade û hêza gelê xwe ji xwe re esas digirin. Bi saya îradeya gelê me gelek destkeftî hatin bidestxistin. Çareseriya aloziya Sûriyeyê di diyaloga Sûrî-Sûrî de. Her kesê ku destekê nade diyalogê alîkariyê ji dijminên me re dike."

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelan bi dawî bû.

(bx)

ANHA