Erdogan li Finlandayê hate protestorkirin

Li Finalandayê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê  hatin şermezarkirin û 1‘ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê  hate silavkirin.

Erdogan li Finlandayê hate protestorkirin
4 mijdar, 2018   20:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Gelê Finlanda û kurdên li wir bi tevlêbûna partiyên çepger binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li hemeberî gelê Bakurê Sûriyê bi meşekê şermezar kirin.

Meş li bajarê Tampere paytexata herêma Pirkanma ya başûrê Finlandayê hate lidarxistin.

Di meşê de alên YPG, YPJ‘ê, pankartên silavkirina berxwedana Kobanê û şermezarkirina dewleta Tirk hatibû vekirin û dirûşmeyên "Terorîst Erdogan" hatin berizkirin.

ANHA