Cenazeyê şervanê QSD‘ê Muxtar bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Bi sedan kesî cenazeyê şervanê QSD‘ê Hisên El-Ebid (Muxtar) ku 27‘ê Cotmehê di Pêngavva Bagera Cizîrê de şehîd bibû li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin.

Cenazeyê şervanê QSD‘ê Muxtar bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD‘ê Muxtar bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD‘ê Muxtar bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD‘ê Muxtar bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD‘ê Muxtar bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD‘ê Muxtar bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD‘ê Muxtar bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD‘ê Muxtar bi merasîmeke girseyî hate veşartin
4 mijdar, 2018   17:38

TEBQA

Girseya gel cenazeyê şervanê QSD‘ê Hisên El-Ebid (Muxtar) ji Nexweşxaneya Wetanî ya Tebqayê wergirtin û bi kerwanekê ji dehan erebeyan pêk dihat ber bi Goristana Şehdan  ve ketin rê.

Merasîm, bi deqeyeke rêzgirtin û turaneke leşkerî ji aliyê QSD‘ê ve dest pê kir.

Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan, endamê saziyê bavê şehîd Ebû El-Rîş, Ebdulkerîm El-Îbrahîm sersaxî ji malbata şehîd Muxtar re xwest.

El-Îbrahîm bal kişand li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî gundên Kobanê û Girê Spî û got: " Bi çi gunehî zarok Sara kuştin?, ma gelo Sara gef li ewlekiya dewleta Tirk dixwar wekî ku Erdogan îdia dike."

Ebdulkerîm El-Îbrahîm îşaret bi biratiya gelan kir û anî ziman ku biratiya gelan çeka li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker e.

Di merasîmê de, endamê Komîtey Têkiliyên Leşkerî Mehmûd El-Dendel axaftin kir û anî ziman ku "Xwîna şehîdan wê li erdê nemîne, bi saya xwîna şehîdan û berxweadna şervanan serkeftin wê were."

Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Rewşen Hemê jî axivî û anî ziman ku Erdogan bi êrîşên xwe yên li ser Kobanê û Girê Spî nefesê bide DAIŞ‘ê da ku ji nû ve zindî bibe.

Serokê Partiya Pêşerojê yê Buroya Tebqayê Musena Ebdulkerîm malbata şehîd muxateb kir, ku li ser zarên xwe xemgîn nebin, zarokên ji bo parastina welat canê xwe feda kirin.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Muxtar hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Welatiyan nimêj li ser cenaze kirin û paşê di nava dirûşmeyan de veşartin

ANHA