Evîn Cuma: Sara qurbana bêdengiya civaka navneteweyî û rêjîma Sûriyeyê ye

Evîn Cuma bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û dewleta Sûriyeyê kir ku li dijî destdirêjiyên dewleta Tirk li Bakurê Sûriyeyê tev bigerin û wiha got: "Sara qurbana bêdengiya civaka navneteweyî û rêjîma Sûriyeyê ye."

Evîn Cuma: Sara qurbana bêdengiya civaka navneteweyî û rêjîma Sûriyeyê ye
2 mijdar, 2018   12:04

EHMED SEMÎR – MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker ev 4 roj e herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dike û di encama topbaran wê ya li dijî welatiyên sivîl duh zaroka bi navê Sara Mistefa li Girê Spî şehîd bû. Girêdayî mijarê hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma ji ajansa me ANHA'yê re axivî û diyar kir ku êrîşa Tirkiyeyê li dijî Bakurê Sûriyeyê binpêkirineke eşkere der heqê mafên mirovan de ye û got ku dewleta Tirk ji sala 2014'an ve welatiyên sivîl ên gundên nêzî sînor hedef digire.

Evîn got ku artêşa Tirk bi hevkariya tabûrên radîkal gelek bajarên Sûriyeyê dagir kirine û dest bi guhertina demografîk dikin û li şûna welatiyên resen malbatên çeteyan bi cih dike û wiha anî ziman: "Artêşa Tirk a dagirker di van demên dawî de dijberiya xwe li dijî welatiyên sivîl ên Bakurê Sûriyeyê zêde kiriye û di van du mehên dawî de 9 welatiyên sivîl ji aliyê leşkerên Tirk ve şehîd bûne û piraniya wan zarok û cotkar in."

Der barê êrîşa artêşa Tirk li dijî gundê Til Fender a rojavayê bajarê Girê Spî ku di encamê de zaroka bi navê Sara Mistefa ya 12 salî şehîd bûye, Evîn got ku artêşa Tirk bi awayekî hovane êrîşî welatiyên sivîl dike û wiha domand: "destdirêjiyên artêşa Tirk li dijî gelê Bakurê Sûriyeyê hemû pîvanên mafên mirovan û qanûnên navnetewî binpê dike. Tirkiye tu rêzdariyê ji qanûnên navnetewî re nagire û çekên qedexekirî li dijî welatiyên sivîl bikar tîne."

Evîn bang li civaka navnetewî û rêxistinên hiqûqî kir ku ji bêdengiya xwe derbikevin û bang li rêjîma Sûriyeyê kir ku helwesta xwe li hemberî van êrîşên Tirkiyeyê zelal nîşan bide û wiha pêde çû: "divê hemû dewlet û di nava wan de rêjîma Sûriyeyê bi berpirsyariyên xwe yên exlaqî rabin û welatiyên sivîl û bi taybet jin û zarokan biparêzin."

Evîn got ku bêdengiya rêjîma Sûriyeyê li hemberî van destdirêjiyên Tirkiyeyê di axa Sûriyeyê de tê wateya ku ew jî di van êrîşan de hevkar e.

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn di dawiya axaftina xwe de got ku dewleta Tirk bi van êrîşên xwe sûcên şer dike û divê were cezakirin.

ANHA