'Divê rêxistinên mirovî destdirêjiyên li Efrînê pêk tên rawestînin'

Jinên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê bang li rêxistinên mirovî kir ku destwerdana xwe bikin û destdirêjiyên der heqê jinan de li herêma Efrînê rawestînin û diyar kir ku ev destdirêjî di encama zîhniyeta baviksalar de pêk tên.

'Divê rêxistinên mirovî destdirêjiyên li Efrînê pêk tên rawestînin'
28 cotmeh, 2018   12:57

HELEB

Di çarçoveya helwestên li dijî destdirêjiyên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li herêma Efrîn de, jinên taxa Şêxmeqsûd daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya komîngeha xeta şehîd Gulê Selmo a devera rojavayê taxa Şêxmeqsûd ji aliyê endama komînê Zeyneb Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de destdirêjiya dewleta Tirk a dagirker û komên çete der heqê jinan de li herêma Efrînê û herêmên din ên dagirkirî bi tundî hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinan xwe ji zîhniyeta baviksalar rizgar kiriye û ber bi avakirina civakeke demokratîk û xwedî nirxên exlaqî ve diçin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku ‘serkêşê komên terorîst Erdogan’ destdirêjiya xwe li zindî û nezindiyên herêmê dike û bi rêya çeteyên xwe hovîtiya xwe li dijî jinan zêde kiriye.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû rêxistinên mirovî hate kirin ku destwerdana xwe bi awayekî lezgîn bikin û destdirêjiyên der heqê jinan de li herêma Efrînê û hemû herêmên Sûriyeyê ku ji aliyê komên çete yên ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin, bi dawî bikin.

ANHA