El-Erîşe... Konên qetiyayî û sozên nûkirina wan

Koçberên kampa El-Erîşe li kantona Hesekê ji rêxistinên alîkariyê xwest bi hatina zivistanê re konên nû ji wan re peyda bikin.

El-Erîşe... Konên qetiyayî û sozên nûkirina wan
El-Erîşe... Konên qetiyayî û sozên nûkirina wan
El-Erîşe... Konên qetiyayî û sozên nûkirina wan
El-Erîşe... Konên qetiyayî û sozên nûkirina wan
El-Erîşe... Konên qetiyayî û sozên nûkirina wan
El-Erîşe... Konên qetiyayî û sozên nûkirina wan
El-Erîşe... Konên qetiyayî û sozên nûkirina wan
El-Erîşe... Konên qetiyayî û sozên nûkirina wan
28 cotmeh, 2018   12:55

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Kampa El-Erîşe li navçeya El-Erîşe ye, 35 km dûrî bajarê Hesekê ye û di destpêka meha Hezîrana 2017`an de hate avakirin. Koçberên ji Dêrazorê ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê û hêzên rêjîmê reviyane di kampê de bi cih bûn. Di kampê de 9 hezar û 100 kes dimînin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li gorî derfetan alîkariya koçberan dike, lê ev alîkarî têra pêdiviyên koçberan nakin. Koçebrên kampê pêşwaziya demsala zivistanê dikin û bêhtirî konan qetiyane ku av dikevê hundir. Dema ku mirov serdana kampê bike, dibîne ku hemû cil û pêdiviyên şêniyan di bin avê de mane.

Emne Elî ji şêniyên Dêrazorê ye, li kampê dimîne û wiha got: "Konên me hemû qetiyane û zivistan hat, ev kon nabe ku em di bin de razên." Em bang li rêxistinên navdewletî dikin ku pirsgirêka wan çareser bikin ji ber ku demsala zivistanê nêz bûye.

Şêniyê bi navê Mihemed Mesûd jî axivî û wiha got: "Konên me kevn bûne û me ji baranê naparêzin. Şeva derbasbûyî baran bariya û hemû av kete nava kon."

Mesûd da zanîn Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li gorî derfetan alîkariya wan dike, lê tiştê ku dide kêm e û bang li rêxistinên alîkariyê kir ku alîkariya wan bikin û konên wan nû bikin.

Hevserokê kampa El-Erîşe Zahêr Xerbî destnîşan kir ku bêtirî konên di kampê de qetiyane û ji demsala zivistanê re nabin. Xerbî da xuyakirin ku civînek bi Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî re ji bo kar û barên koçberan û parastina wan di demsala zivistanê re li dar xistine.

Xerbî destnîşan kir ku dê cilên zivistanê û gelek pêdiviyên konan amade bikin û di destpêka Mijdarê de hemû konên ku qetiyane nû bikin û sobe û mazotê belav bikin.

(jo)

ANHA