Zarokên Efrînê hestên xwe li ser tabloyeke 200 metre nexş dikin

Bi sponseriya şêwekar û ajansa Romaf a nûçeyan di Kampa Serdem a kantona Şehbayê de tabloyeke bi dirêjahiya 200 metre hate danîn da ku zarokên kampê hestên xwe li ser binexşînin.

Zarokên Efrînê hestên xwe li ser tabloyeke 200 metre nexş dikin
Zarokên Efrînê hestên xwe li ser tabloyeke 200 metre nexş dikin
Zarokên Efrînê hestên xwe li ser tabloyeke 200 metre nexş dikin
Zarokên Efrînê hestên xwe li ser tabloyeke 200 metre nexş dikin
Zarokên Efrînê hestên xwe li ser tabloyeke 200 metre nexş dikin
Zarokên Efrînê hestên xwe li ser tabloyeke 200 metre nexş dikin
Zarokên Efrînê hestên xwe li ser tabloyeke 200 metre nexş dikin
Zarokên Efrînê hestên xwe li ser tabloyeke 200 metre nexş dikin
28 cotmeh, 2018   12:14

ELÎ GEDRO / ŞEHBA

Bi armanca alîkariya zarokên Efrînê yên di Kampa Serdem a kantona Şehbayê de hatine bicihkirin û ji bo pêşxistina afirîneriya zarokan, bi sponseriya 3 şêwekaran Henîf Hemo, Erdelan Îbrahîm û Nûrî Ednan û ajansa Romaf a nûçeyan tabloyeke bi dirêjahiya 200 metre di Kampa Serdem de hate danîn. Nêzî 400 zarok hestên xwe li ser vê tabloyê dinexşînin.

Zarok hestên xwe û serpêhatiyên xwe yên li kantona Efrînê û kantona Şehbayê û sirûşta Efrînê nexş dikin. Di çalakiya nexşkirina zarokan de bi dehan welatiyên Efrînê beşdar bûn.

Zarok bi şêwazên cuda nexş dikin û hin zarok jî bi şaxên zeytûnan navê Efrînê li ser tabloyê dinivîsin.

Tê payîn ku ev çalakî li hin deverên din ên kantona Şehbayê jî were lidarxistin.

ANHA