Bi rêya çêkirina tevnan, parastina çanda xwe dikin

Li herêma Koçerat 2 xwişk ji zarokatiya xwe ve fêrî pîşeya çêkirina tevnan bûne, niha jî vê çandê diparêzin û pê debara jiyana xwe peyda dikin. 

Bi rêya çêkirina tevnan, parastina çanda xwe dikin
Bi rêya çêkirina tevnan, parastina çanda xwe dikin
Bi rêya çêkirina tevnan, parastina çanda xwe dikin
Bi rêya çêkirina tevnan, parastina çanda xwe dikin
Bi rêya çêkirina tevnan, parastina çanda xwe dikin
Bi rêya çêkirina tevnan, parastina çanda xwe dikin
Bi rêya çêkirina tevnan, parastina çanda xwe dikin
Bi rêya çêkirina tevnan, parastina çanda xwe dikin
28 cotmeh, 2018   11:02

NEJBÎR OSMAN – ISAM EBDULLAH / QAMIŞLO

Di odeyeke biçûk de, du xwişkan Sitî û Fatime Ibrahîm ji şêniyên gundê Girzîro yê girêdayî herêma Koçerat mîrasên Kurdan ên wekî tevna destdan diparêzin.

Her du xwişk pîşeya tevna destan ji dayika xwe fêr bûne, bi rêka wê debara jiyana xwe dikin, çanda Kurdan û kevneşopên wan jî diparêzin.

Bi saya jina Koçerî mîrasên Kurdan hatiye parastin

Herêma Koçerat û taybet jinên koçer bi parastina xwe ya bi cilên Kurdan û mîrasên Kurdan tên nasîn. Yek ji rêbazên ku jin parastina kevneşopiyê dikin, pîşeya tevnan e û tevî pêşketina pîşesaziya çêkirina xawîlan, pêdiviya çêkirina wê bi ked û demê zêde ye.

Stî Ibrahîm yek ji jinên ku beriya 20 salan pîşeya tevnê dike. Ji dayika xwe fêrî çêkirina tevnê bûye û der barê mijarê de wiha dibêje: "Dema ku ez biçûk bûm, ez fêrî çêkirina tevnê bûm, tevî ku pîşeyeke zehmet e û demê gelekî dixwaze, lê ez û xwişka xwe parastina wê dikin."

Şêweyên xweşik li ser tevnê çêkirin

Stî destnîşan kir ku tevî ku tevnên destan kêm in, lê gelek kes dixwazin, şênî girîngiyeke mezin didin wê ji ber ku bi awayekî xweş tê çêkirin, şêweyên rengîn jê derdixin.

Stî da xuyakirin ku çêkirina tevna destan jê re dem û ked pêwîst e û wiha got: "Ji bo wê em li gorî enerjiya xwe kar dikin û her parçeyeke de 4 roj dem dixwaze, ji ber ku em ji zû de kar dikin, em tu zehmetiyê nabînin."

‘Girêdana bi çand û folklorê hişt ku em di karê xwe de bibin pispor’

Stî serbilindiya xwe bi pîşeya xwe da xuyakirin ku wan bi rêya wê parastina çanda xwe kiriye. Stî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Tu kar bêyî ked tune ye, lê ev kar demê bêhtir û sebrê dixwaze ku dikaribî bikî. Ji bo wê em dibînin ku jin vê pîşeyê pêk tînin, bi rêya wê jî em parastina kevneşopiyê dikin û keçên gundên Koçerat fêr dikin."

(jo)

ANHA