QSD‘ê encamên şerê 24 saetên dawî ragihandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekî encamên 24 saetên dawî yên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê‘ ragihand. QSD‘ê diyar kir ku di şerê 24 saetên dawî de 6 çete hatin kuştin û miqdarek çek û çebilxane ket destê şervanan.

QSD‘ê encamên şerê 24 saetên dawî ragihandin
21 cotmeh, 2018   14:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya QSD‘ê ev agahî hatin parvekirin;

1-Eniya Baxoz: Rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê li eniya Baxozê bi topên RPG, BKC, klaşinkov û sekvanan hewl dan êrîşî nuqteyên hêzên me bikin, hêzên bersiva hemû hewldanên wan şikandin û êrîş têk birin.

Di şerê li vê eniyê 6 terorîstên DAIŞ‘ê hatin kuştin, 3 şervanên me birîndar bûn û miqdareke çekên terorîstan hatin desteserkirin.

Balafirên koalîsyonê li bargehên terorîstan dan di encamp de riya di navbera gundê Murşidê û Sûsê hate qutkirin, her wiha embareke cebilxane ya terorîstan hate teqandin.

Di encama teqîna mayînên ku terorîstan bi cih kiribûn şervanekî me şehîd ket û yek din jî birîndar bû.

2-Encam:

-6 terorîst hatin kuştin.

-Balafirên Koalîsyona li 6 cihan dan.

-1 mayîn hate bê bandorkirin.

-1 doçka, 2 klaşinkov, 1 çeka M16 û du telefonên betel (Hytera) ketin destê şervanan.

-Embareke cebilxane û 6 erebeyên terorîstan hatin teqandin.

-Şervanekî me şehîd bû.