‘Dewleta Tirk zagon û pîvanên navdewletî binpê dike’

Endamê Meclisa Dada Civakî Farûq Hinko di semînereke de got dewleta Tirk zagon û pîvanên navdewletî ku li Geneva der barê girtiyên siyasî de bixwe muhir kirin binpê dike.

‘Dewleta Tirk zagon û pîvanên navdewletî binpê dike’
‘Dewleta Tirk zagon û pîvanên navdewletî binpê dike’
‘Dewleta Tirk zagon û pîvanên navdewletî binpê dike’
13 cotmeh, 2018   12:49

KOBANÊ

Endamê Meclisa Dada Civakî ya Kantona Kobanê Farûq Hinko got armanca deweleta Tirk a dagirker ku gelan bitirsîne.

Farûq Hinko di semînera ku di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê Kongreya Star ve têne organîzekirin, axivî.

Semîner li navenda Çand û Huner a bajarê Kobanê hate lidarxistin. Di semînerê de der barê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullh Ocalan û hemleya ku ji aliyê dewleta tirk li dijî rojnamevan û siyasetmedarên kurd ên li Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin, nîqaş hatin kirin.

Bi sedan welatiyên herêma Firatê, parêzer, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên civaka sivîl, Tevgera Civaka Demokratîk û Partiya Yekîtiya Demokratîk beşdarî semînerê bûn.

Semîner ji aliyê 4 kesan ve hate birêvebirin, ji wan Endamê Meclisa Dada Civakî Farûq Hinko bû. Hinko di destpêk de li ser şêwazên danûstendinê bi girtiyên siyasî re li gorî zagonên navdewletî axivî.

Hinko got Erdogan zagonên ku bi xwe li Geneva mohir kirine binpê dike û armanca wan ji tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtina siyasetmedar û rojnamevanên Kurd  ku gelan bitirsîne.

Hinko di axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk siyasetmedar û rojnamevanan li Bakurê Kurdistanê binçav dike, hemû şêwazan bikar tîne da ku dengê rastiyê qut bike û kiriyarên binpêkirinê yên li dijî gelên Tirkiyê û bi taybet gelê Kurd veşêre.

Hinko destnîşan kir ku rêxistinên mafê mirovan der barê binpêkirinên dewleta Tirk tu helwestên xwe diyar nekirin, ji ber ku berjewendiyên wan bi Erdogan re hene.

Hinko bêdengiya navdewletî der barê bipêkirina dewleta Tirk ji zagon û pîvanên navdewletî yên girêdayî Rêber Ocalan, şermezar kir. Her wiha Endamê Meclisa Dada Civakî ya Kantona Kobanê tekez kir ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya têkoşîna wî ya ji bo azadiya gelan nebû asteng û wiha domand:”Ocalan têkoşîna xwe di girtîgeha Îmraliyê de didomîne û ji bo xizmeta mirovahiyê bi sedan pirtûk çêkir.”

Farûq Hinko diyar kir ku ew ê heta dawiyê li ser fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna projeya Netewa Demokratîk û azadiya hemû gelan, bimeşin.

Paşê, Endama Dada Civakî Rewşen Haçim li ser kurtejiyan û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî. Di dawiyê de li ser siyaseta dewleta Tirk û binpêkirinên hikûmeta Erdogan û tecrîdkirina Ocalan, nîqaş hatin kirin.

(bx)

ANHA