Îran avê bi ser xaka Iraqê de qut dike

Îranê bi fermana Elî Xamaneyî ava ku ber bi xaka Iraqê ve diçû, qut kir da ku wê avê di 3 projeyên ku li başûrê rojavayê welat de werin lidarxistin, bi kar bîne.

Îran avê bi ser xaka Iraqê de qut dike
10 cotmeh, 2018   10:25

NAVENDA NÛÇYAN

Îranê roja Sêşemê diyar kir ku wan ava ber bi xaka Iraqê ve diherike, qut kiriye. Ji ber vê yekê jî dê pirsgirêka kêmbûn û qirêjiya avê li hindek bajarên Iraqê, di serî de Besra, zêde bibe.

Cîgirê wezîrê çandiniyê yê Îranê Elî Mûrad Ekberî got bi fermana Elî Xamaneyî dê 7 milyar metrekabik ji ava ku ber bi sînorê rojava û bakurê rojavayê Iraqê de diçe, qut bike. Her wiha tekez kir ku dê ew av di 3 projeyên sereke de bi firehiya 550 hezar hektar li Xûzistanê û 220 hezar hektar li Xûzistan û Îlamê were bikaranîn.

Ji aliyekî din ve destnîşan kir ku bandora wan projeyan li ser berhemên çandiniyê yên welat heye û diyar kir ku kêmbûna avê yek ji zehmetiyên herî mezin e ku rastî wan tê û difikirin ku çareser bikin.

Malpera Esir Îran li ser zimanê Ekberî diyar kir ku ew ê 8 milyar dolar bidin Wezareta Enerjî û Çandiniyê.

(bx)