Geşedanên siysaî û rêziknameya Kongreya Star hatin şîrovekirin

Kongreya Star a Girê Spî bi armanca şîrovekirina rêziknameya kongreyê û nirxandina rewşa siyasî bi endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re civiya.

Geşedanên siysaî û rêziknameya Kongreya Star hatin şîrovekirin
7 cotmeh, 2018   15:04

GIRÊ SPÎ

Kongreya Star a Girê Spî bi armanca şîrovekirina rêziknameya kongreyê û nîqaşkirina rewşa siyasî ya herêmê bi endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re civiya. Civîn li avahiya Meclisa navçeya bajêr li dar ket.

Endama rêveber a Kongreya Star a Herêma Firatê Leyla Kobanê, endama rêveber a Kongerya Star a Kantona Kobanê Sara Henîf û bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama rêveber a Kongreya Star a Herêma Firatê Leyla Kobanê axivî û destwerdanên dewletên herêmî û cîhanî li Sûriyeyê bi armanca pêkanîna berjewendiyên xwe welat ber bi talankirin û wêrankirinê ve birine destnîşan kir.

Leyla bal kişand ser destwerdana dewleta Tirkiyê di karûbarên Sûriyeyê de û dagikirina parçeyên berfireh ji xaka Sûriyeyê weke Cerablus, Bab, Ezaz û ya herî dawî Kantona Efrînê.

Di dawiya axaftina xwe de Leyla anî ziman ku hemû civîn û peymanên ku bi armanca çareseriya aloziya Sûriyeyê hatine lidarxistin, pirsgirêk çareser nekirin lê belê kûrtir kir û wiha got: "Hemû civîn aşitî û aramî ji Sûriyeyê re bi cih neanîn lê belê talankirin û wêrankirina welat zêde kir û her diçe xwîna gelê Sûriyeyê rijandin. Ji ber ku gelê Sûriyeyê di van civînan de nayên beşdar kirin."

Piştre endama rêveber a Kongreya star a Kantona Kobanê Sara Henîf rêziknameya Kongreya Star xwend.

Civîn bi nîqaşan li ser rêziknameyê û bersîvdayîna pirsan ji aliyê endama rêveber a Herêma Firatê Leyla Kobanê ve bi dawî bû.

(şx)

ANHA