Li Helebê dibistana seretayî ya zimanê kurdî hat vekirin

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li bajarê Helebê yekemîn dibistana seretayî ya zimanê kurdî bi navê Dibistana Şehîd Qehereman Efrîn vekir.

Li Helebê dibistana seretayî ya zimanê kurdî hat vekirin
Li Helebê dibistana seretayî ya zimanê kurdî hat vekirin
Li Helebê dibistana seretayî ya zimanê kurdî hat vekirin
Li Helebê dibistana seretayî ya zimanê kurdî hat vekirin
Li Helebê dibistana seretayî ya zimanê kurdî hat vekirin
Li Helebê dibistana seretayî ya zimanê kurdî hat vekirin
Li Helebê dibistana seretayî ya zimanê kurdî hat vekirin
Li Helebê dibistana seretayî ya zimanê kurdî hat vekirin
Li Helebê dibistana seretayî ya zimanê kurdî hat vekirin
7 cotmeh, 2018   11:49

HELEB

Dibistan li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê li ser daxwaza şêniyên taxê hate vekirin. Di merasîma vekirina dibistanê de, bi dehan şêniyên taxê û şagirtên asta seretayî amade bûn.

Piştî bîranîna cangoriyên  azadiyê, Endama KPC-Demokratîk Hêvîn Ebdo daxuyaniya KPC-Demokratîk xwend û vekiriina dibistanê li şêniyên taxê tevî şagirtan pîroz kir.

Her wiha, ji rêveberên Kongreya Star Fatime Hesen, ji rêveberên TEV-DEM`ê Şehreman Mihemed û dayîka şehîd Qehreman axivin. Di axaftinan de vekirina dibistanê li gel û şagirtan hate pîrozkirin û bal kişand ser rola şehîdan a ku ew gihandine vê astê.

Piştî axaftinan, deriyê dibistanê ji aliyê dayîka şehîd Qehreman ve hate vekirin. Deriyê qeydkirina şagirtan ji îro destpê dike.

Di dawiya merasîmê de, govend hate gerandin.

(kc)

ANHA