QSD‘ê bîlançoya pêşketinên 24 saetên dawîn aşkera kirin

QSD‘ê ragihand ku di nava 24 saetên dawî yên pêngava Şerê Tunekirina Terorê de 11 çete hatin kuştin.

QSD‘ê bîlançoya pêşketinên 24 saetên dawîn aşkera kirin
2 cotmeh, 2018   13:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê bîlançoya pêşketinên 24 saetên dawîn ên qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tunekirina Terorê aşkera kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Eniya Baxoz: Di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞ‘ê de şerên dijwar qewimîn, şervanên me êrîş birin sere nuqte û bargehên terorîstên DAIŞ‘ê, terorîstên bi çekên giran (Doçka 12.5, BKC, RBG û sekvanan) êrîş kirin. Şervanên me pêşdeçûnên xwe berdewam kirin û terorîst neçarî vekişandinê kirin, li vir şervanên me 8 nuqte girtin û 1 km pêşde çûn, her wiha hejmareke terorîst hatin kuştin.

Li aliyekî din jî, şervanan me erebeyeke bombebarkirî ya çeteyan beriya ku bighêje armanca xwe teqand.

2-Eniya Hecîn: Li eniya Hecîn şerên giran di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞ‘ê de derket. Di şer de hemû çekên giran hatin bikaranîn, lê ji ber dijwariya şer û topbaranê ti agahî der barê windahiyên çeteyan de nehatin zanîn.

Saetên bi şevê de jî şer rû da, hejmarek terorîst hatin kuştin, her wiha balafirên koalîsyonê kombûneke terorîstan kir hedef, di encamê de piraniya wan hatin kuştin, her wiha erebeyek doçka li ser hate rûxandin.

3-Bîlanço:

-Êrîşên balafirên koalîsyonê:2

-Hejmara kuştiyên çeteyan: 11

-Windahiyên terorîstan: Bingeheke topa hawnê, erebeyeke bombebarkirî û erebeyeke doçka li ser hatin rûxandin.

-Hejmara şehîdên me: 1"